Heta bikarin sûd ji ezmûnên baş û xirab ên parçeyên din ên Kurdistanê bigrin. Ji bo xirabiyan dûbare nekin û başiyan jî ber bi pêş ve bibin.Ji bo berjewendiyên hizbî dest li karûbarên wan wernedin. Divê wekî kurdên başûr em bikarîn piştgiriya pêşveçûna pirsa kurd li hemû parçeyên Kurdistanê bikin.” Birzo Mecîd destnîşan kir ku ew ê ji bo rewşa Rojava timî di nava hewldanan de bin û wiha pêdeçû:
“Me timî ragihandiye ji bo pêşvebirina pirsa kurd li her parçeyekî Kurdistanê û bi taybet jî meseleya niha ya rojavayê Kurdistanê emê timî di nava hewldanan de bin ji bo sûdê bigihînin pirsgirêka kurd.”
Hikûmeta Başûr
Li ser hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê û derengketina pêkanîna hikûmetê jî, Birzo Mecîd wiha got: “Hilbijartina 21’ê îlona sala 2013’an rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê guherand. Lê rewşa niha jî rastiya 22 salên borî yên li Herêma Kurdistanê ye. Hemû alî li ser wê yekê hemfikirin ku ne rastiyekî bi tendirûst bû. Bi dehan rewşên xirab û baş derbas kiriye, lewra rastiya borî jî bandorekî nerênî li ser vê rastiya nû jî dike.” Li ser taloqbûn û sedemê avanekirina hikûmeta Herêma Kurdistanê jî parlamenterê Tevgera Goran da zanîn ku peymana siyasî ya navbera PDK û YNK’ê de bûye pirsgirêk û wiha got: “Nabe ev bandorê li tevayî pêvajoyê bike. Ger ev ji bo wan pirsgirêk be, ev pirsgirêka wan e û nabe bixin di nava tevayî projeyê de. Ger ev peymana di navbera YNK û PDK’ê de ji bo parvekirina postan pirsgirêk be, peywendî bi herduyan ve heye.”
Rewşek neyînî heye
Di vê derbarê de parlamenterê Tevgera Goran Birzo Mecîd wiha pêdeçû: “Em ligel rewşekê tevdigerin ku bandora nerênî ya rewşa berê li ser heye. Em bixwazin an nexwazin PDK û YNK deshilatdar bûn. Lewra vê bandora nerênî peywendî bi herduyan ve heye.” Birzo Mecîd ragihand ku wê zextên wan ên ji bo pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bin û di vê derbarê de wiha got: “88 parlamenteran daxwaznameyek hevpar belav kirin. Heftiya borî fraksyonên di nava parlamentoyê de hevdîtin çêkirin. Me wekî Tevgera Goran daxuyaniyek belav kir. Me daxwaz kiriye ku bi awayekî lezgîn hikûmet were avakirin. Tişta ji me bê emê zextê bikin. Ger demek diyar ji bo pêkanîna hikûmetê nebe jî, lê wê zextên me berdewam bikin. Emê ligel partiyan û raya giştî li ser vê meseleyê baxivin. Divê hemû alî hest bi berpirsyartiyê bikin.” Birzo di dawiya axaftinên xwe de da zanîn ku hevdîtinên fraksyonên parlamentoya Herêma Kurdistanê wê berdewam bikin.
DÎHA/HEWLÊR