Welatiyên li Hewlêrê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê weke êrişên li dijî mirovahiyê bi nav kirin. Welatiyan bang li aliyan hemûyan kirin da ku ji bo rawestandina êrişan helwesta xwe nîşan bidin. Herwiha bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kirin da ku Rojavayê Kurdistanê biparêzin.
Welatiyên bajarê Hewlêrê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker axivîn.
Welatiyê bi navê Şêx Ebu Hatem Ciburî ku bi xwe ji eşîra Ciburî û li Hewlêrê rûdine axivî û got; “Karesata ku niha ji aliyê Tirkiyeyê li Suriyeyê tê kirin, li hemberî mirovahiyê û birayên me yên misilman in. Ji bo vê ez bang li welatên Ereb, Neteweyên Yekbuyî, Emerîka û welatên din yên cîhanê dikim, bêdeng nebin.
Welatiyê bi navê Alan Sahêfran jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Alan got, ew bi dil û can li gel gelê Rojavê Kurdistanê ne.
Welatiyê bi navê Karwan Azad jî got, divê Kurd hemû û bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê parastina Rojavayê Kurdistanê bike.
Welatiyên navçeya Koyê jî diyarkirin ku DAIŞ li ser destê keç û xortên Kurdan têkçûn, lê ger Kurd xwe nekin yek wê carek din rastî êrîşên dijmin werin.
Welatiyê bi navê Faxir Abdula piştgiriya xwe ji bo şervanên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin anî ziman. Abdula got, ew amade ne bi her awayî alîkariya şervanan bikin.
ROJNEWS/HEWLÊR/KOY