Li Hewlêrê bi pêşengtiya Rêxistina Kurdistan a Bê Jenosîd (Kurdistan Without Genocide), Komeleya Parastina Mafê Qurbanî û Xizmên Enfalkiriyên Germiyan, Rêxistina Çavdêriya Kurdicate (CHAK)-Nivîsîngeha Başûr, Rêxistina 14/4 û Tora Hevpeymaniya Rêxistina Kurdistaniyan a ji bo Dadgeha Tawanên Navneteweyî (206)-KONCICC) li pêşiya Wezareta Dadê çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin.
Di çalakiyê de nûnerê rêxistinên civaka sivîl, hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî beşdar bûn. Armanca çalakiyê jî rêzgirtina li 182 hezar qurbaniyên Enfalê û piştgirîdana ji bo daxwazên xizmên Enfalkiriyan bû. Daxuyanî pêşkêşî serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, serokê civata asayîşa Herêma Kurdistanê, wezîrê navxwe, wezîrê şehîd û karûbarên Enfalkiriyan, wezîrê dadê, civata dadwerî ya Herêma Kurdistanê, dozgerê giştî, rêveberiya giştî ya polîsên Herêma Kurdistanê û serokê partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hat kirin. Li pêşiya Wezareta Dadê daxuyaniyek ji aliyê Mele Zana Xeyan ve hat dayîn. Mele Zana di daxuyaniya xwe de wiha got: “Enfal ji aliyê dadgeha tawanên Iraqa Federal ve hatiye nasandin û hinek berpirsên rejîma berê ya Iraqê hatine cezakirin. Herwiha biryara girtina hinekên din jî hatiye dayîn. Ji wan jî 258 rûniştvanên Herêma Kurdistanê ne û Kurd in. Biryara girtina wan jî pêşkêşî dadweriya Herêma Kurdistanê hatine kirin.”
Mele Zana diyar kir ku her çendî 4 sal li ser biryara girtina wan kesan re hatiye dayîn, lê hê jî nehatine girtin û wiha got: “Bi biryara dadgehê li Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Kerkûk û Germiyanê biryara girtina wan kesan hatine girtin. Li cihê girtinê, heta niha jî gelek ji wan kesan xwediyê pileyên mezin ên hizbî û hikûmîne.” Daxwaz ji partî û deshilatdarên Herêma Kurdistanê hat kirin û wiha hat gotin: “Em carekî din daxwaz ji we dikin ku emanetekî dîrokî li ser milê we ye. Kursiyên xwe li ser xwîna şehîd, bi sedan jin, zarok û kal, kîmyabarankirina Helebce, qurbaniyên Barzanî û Feyliyan bikarneynin.”
HEWLÊR