Wezîrê Karê derve yê Rûsyayê Srêgî Lavrov tevlî bernameya Televizyona Rûsya 24 bû û got ku pêwîste hikûmeta Sûriyê û hêzên opozîsyonê li dijî hêzên Îslamî yên radîkal ku ji hemû aliyên cîhanê ketine Sûriyê de bibin yek, da ku Sûriyê vegerînin mîna berê bi ewle.

Derbarê civîna Cenevreya- 2 de jî Lavrov agahî dan, got ku di civînê de rewşa Sûriyê û dawî anîna li metirsiyên komên çekdar ên radîkal ku di xwazin li Sûriyê dewleteke îslamî avabikin bê gotûbêj kirin. Lavrov her wiha destnîşan kir ku ew pirşgiriya hewldanên Emrîka yên ji bo beşdarbûna hêzên opozsyonê ya di civîna Cenevre-2 de dikin. Lavrov da xuyakirin ku Rûsya bi hemû hêzên opozîsyonê  re di nava hevkariyê de ne û got: “Pêwîste hemû hêzên opozisyonê di civîna Cenevre-2 beşdar bin. Ya rast ewe ku hêzên opozîsyonê bi şandeyên cûda tevlî civînê bibin da ku tu xale pirsgirêk nemînin. Her wiha hemû beşên civaka Sûriyê cihê xwe di civînê de bigrin, beşdarvanên civînê nûnertiya hemû civaka Sûriyê bikin.”

Civîna yekemîn li Montro ye

Beşa navneteweyî ya konferansa Cenevre-2 ku dê pêşeroja Sûriyeyê lê bê nîqaşkirin, dê di 22’ê Çileyê de li bajarê Swîsre Montro pêk were.
Piştî ku civîna navneteweyî qediya, Cenevre-2 ya ku tê payîn Kurd jî beşdar bibin, dê bi beşdariya aliyên cuda yên Sûriyeyê, di 24’ê Çileyê de destpê bike.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Martîn Nesîrky der barê mijarê de agahî da û anî ziman ku amadekarên konferansê ji ber ku ji bo 22’ê Çileyê li Cenevreyê cihê vala nedîtiye biryar dane li Montro pêk bînin.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê hat wezîfedarkirin Lakhdar Brahîmî beriya niha dabû xuyakirin ku ji ber “kêmasiya bicihbûnê” cihê Konferansa Cenevre-2 dikare bê guhertin.
Nûnerê Timî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vîtaliy Çûrkîn da xuyakirin ku amadekariyên forûmê baş derbas nebûye û got, “Ti garantiyek nîne ku mûxalefeta Sûriyeyê bi çareseriya polîtîk re dilsoz e.” Çûrkîn diyar kir ku di heman demê de lîsteya beşdarên konferansê hînê nehatiye diyarkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs jî fikar û gumanên xwe yên li ser serketina konferansa aştiyê ya Cenevre-2 anî ziman. Fabîbûs ragihand ku mûxalefeta nerm a li Sûriyeyê pirsgirêkên cidî dijîn û anî ziman ku heman hema ti hêvî nîne ku Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad îstifayê qebûl bike.

 MOSKOVA