Seroka MPKE’yê got, berdana Leyla Guven baş e û wiha domand: “Lê ji Tirkiyê hêviya me ew e ku biryarên maqûl ku doh (pêr) me li MPKE’yê dan, bêkêmasî bi cih bîne.”
Seroka Meclîsa Parlamenter a Komîsyona Ewrûpayê (MPKE) Liliane Maury Pasquier li ser pirsan, got, ‘’Em pê agahdar bûn ku Leyla Guven hatiye berdan û divê ez diyar bikim ku mirov bi vê kêfxweş dibe. Hêvî dikim ku di demeke nêz de rewşa tenduristiya wê baş bibe.
Bendewariya me ji Tirkiyê ew e ku biryarên maqûl ku doh (pêr) me li MPKE’yê dan, bi temamî bi cih werin anîn. Em li benda vê ne, ji ber ku di serî de hemû parlamenterên girtî divê werin berdan. Divê cihê parlamenteran ne heps be. Divê peywirên xwe bi azadî bi cih bînin. Raportorên Tirkiyeyê yên MPKE’yê jî li ser vê behsê, peywirên xwe li gorî tişta hewce, bi karîgerî û bi maqûlî dikin, û em jî wan dişopînin.’’
Tecrîdê rakin
Li Konseya Ewrûpayê pêr rapora elaqedarî greva birçîbûnê ya Leyla Guven hatibû pejirandin. Di rûniûştina pêr êvarê de biryara pêşniyazê hatibû kirin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bidawîkirin.
ANF / STRASBOURG