Fermandariyê NPG’ê da xuyakirin ku îro li her deverê bi biryara AKP’ê re di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd, hêzên demokrasiyê de rewşeke şer û pevçûnan heye û ev xal destnîşan kir: “Di vê demê de, hemû Kurdên xiyanet li nasnameya xwe nekirine û ji xwe re dibêje ez însanim, hemû demokratên Tirkiyeyî divê li hemberî vê hovîtiya AKP’ê bêdeng nemînin û di serî de gelê Geverê xwedî li berxwedana mafdfar a tevahiya gelê Kurdistanê derkevin. Di qonaxeke bi vî rengî de hikûmeta AKP’ê careke din daye dû polîtîkayên berdan-kuştina hev a Kurdan. Dewleta Tirk di herikîna dîrokê de li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi bikaranîna derdorên cuda yên Kurdan re li Kurdistanê komkujî kir û îro jî ji bo polîtîkaya xwe ya berdana hev a Kurdan bixe meriyetê, ketiye nava tevgerê.
Cerdevan bila helwestên nîşan bidin
Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi vî rengî dewam kir: “Divê hemû derdorên cerdevan ên gelê me baş bizanibin, ku Serok Apo û partiya me, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk bi her awayî fedekarî kir, lê hikûmeta AKP’ê hemû pêşketin ji holê rakir. Niha jî bi vî şerê li hemberî gelê me îlan kiriye re dixwaze gelê me bieciqîne, ji nû ve li hemberî hev bide şerkirin û sîstema xwe ya mêtînger serdest bike. Hemû malbatên cerdevanan ên xwedî giranî û hemû cerdevanên li Kurdistanê, pêwîst e li hemberî van lîstikên AKP’ê helwestê nîşan bidin, aşkera bikin ku çi dibe bila bibe wê şer nekin, wê alîgirên şer ên nava dewleta Tirk qels bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku berê xwe bide rêyên aştiyane. Lewma divê cerdevan di vê pêvajoya dîrokî de xwedî li wesfên xwe yên welatparêzî û demokratiyê derkevin, aşkera bikin ku ew ê di şer de nebe aliyek û nekevin nava şer. Ev yek ji bo pêşketina rêya çareseriya demokratîk û aştiyane wê xizmeteke mezin be. Em bang li hemû cerdevanên welatparêz dikin ku di vê dema girîng de neyên lîstikên dewleta Tirk û helwesta welatparêziyê nîşan bidin.”