Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê qewimîn bi taybet bang li ciwanan kir ku bihîstyar bin û ji wan xwest ku neyên provakasyonan.

Ji şandeya BDP’ê ya ku pêr çûbû Îmraliyê û hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî, Parlementer Pervîn Bûldan tevlî Nûçe TV bû û daxuyaniyên girîng da.
Pervîn Bûldan ku duh tevlî bultena nûçeyan a Nûçe TV bû û diyar kir ku wana nêrîna Ocalan a li ser bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê pirsiye û bi taybet ji ciwana xwestiye ku bihîstiyar bin û bang li wan kiriye ku neyên provakasyonan.
Bûldan got: “Derbarê bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê qewimîn, diyar kir ku divê tu kesek di vêpêvajoyê teqez neyên provakasyonan, bi taybet bang li ciwanan kir kudivê bihîstyar bin. Got ku ji ber ku hemû pevçn û bi bûyerên diqewimin ziyanê didin pêvajoyê. Ji ber wê jî bang bi taybet li ciwanan û li hemû gelên Tirkiyeyê kirin ku di vê pêvajoyê de baldar bin û neyên provakasyonan.”
Bûldan silavên taybet ên Ocalan ên ji bo xebatkarên Nûçe TV, Stêrk TV, Ronahî TV û Newroz TV, jin û ciwanan ragihand û got: “Rewşa tenduristiyê ya  Birêz Ocaln pir başe û moralê wî li cih e. Tengasiyek tune ye. Silavan  ji her kesî re şand.”
Bûldan destnîşan kir ku Ocalan gotûbêjên têkildarê pêvajoyê tê kirin ji nêzîk ve dişopîne û got ku Ocalan ji pêvajoyê razî ye. Bûldan got: “Diyar kir ku ew bi awayeke giştî gotûbêj, rexne û pêşniyarên ji bo pêvajoyê dişopîne. Got ku ew heta niha ji pêvajoyê gelek razî ye. 12 kanalên televîzyonê dişopîne. Diyar kir ku ew bi rêya van kanalan pêşketin û bûyerên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji nêzîk ve dişopîne.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya hevdîtinê de têkildarî pêvajoya çareeriyê wiha gotibû: "Hem ji bo pêvajoya bêpevçûnê mayinde bibe û hem jî pêvajoya paşvekişandinê pêk bê ez di nava xebatek mezin de me. Di pêngave de ez dikarim bêjim em di nava astek bi hevî de ne. Di vê çarçoveyê de ez dê xebatên xwe di nava demek kin de bi Gelê Tirkiyeyê re parve bikim. 

BRUKSEL