Li Herêma Kurdistanê mijara sereke û herî aloz amedekirina destûra bingehîn a Herêma Kurdistanê û hilbijartina serokatiya Herêma Kurdistanê ye. Li ser vê mijarê alî û partiyên siyasî projeyên xwe diyar kirin. Tevgara Azadiya Civaka Kurdistanê jî 14’ê Hezîranê projeya xwe ya derbarê destûra nû ya Herêma Kurdistanê de ji raya giştî re eşkere kiribû. Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir ev proje û çend mijarên girîng nirxandin.

 

Hûn dikarin behsa projeya Tevgera Azadî ya ji bo destûra nû ya Herêma Kurdistanê bikin?

Destûr peymaneke civakî ye. Me weke Tevgera Azadî projeya xwe ya ji bo destûrê pêşkêş kir, ji ber ku li gorî nêrîna me pêwîst e ku di destûra Herêma Kurdistanê de hinek xal bên guhertin. Bi taybetî xalên li gorî demokrasiya civaka Başûrê Kurdistanê ne gûncaw in. Di vê demê de bi taybetî ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê pêwîstî bi projeyeke bi vî rengî hebû, ji bo em bikarin baştir bingehê demokrasiyê di destûrê de bi cih bikin.

 

Yek ji xalên we destnîşan kirî, pirsgirêka desthildariyê ye. Hûn dixwazin di vê xalê de çi biguhere?

Niha hewl didin ku li ser mijarê guftûgoyên taybet derbarê kesekî de bikin. Aliyekî siyasî be yan jî partî be, ev hewldan şaşiyeke mezin e. Li gorî me pirsgirêk aqilê desthildariyê ye ku li guhertinan girtî ye. Li gorî projeya me divê serokê Herêma Kurdistanê li parlemanê bê hilbijartin, rola parlemanê zêdetir be û bi bandor be. Desthildarî jî li ser bingehê guftûgoyan û lihevkirinê be. Weke berê çend alî bên cem hev û li ser bingehê berjewendiyên xwe li hev bikin, ev ê bibe şaşiyeke dîrokî. Çawa komîte ji bo destûrê ava kirin, gelek alî, netew û baweriyên din jî li derve hiştin.

 

Nêrînên we di warê maf û hevsengiya jinan li hemberî desthilatdarî de çi ne? 

Pirsgirêka cins di destûrê de pirsgirêkeke bingehîn e. Ew zêhniyeta ku desthildariyê hemûyî ji bo kesekî destnîşan dike, heman şêwazî li ser destûrê jî ferz dike. Piraniya madeyan behsa jinan nakin. Me di projeya xwe de rêjeya ji bo jinan weke ji sedî 40 pêşniyaz kiriye. Da bikarin di hemû karan de beşdar bibin. Heta niha nekarîne di reşnîvîsa destûrê de mafên jinan bi cih bikin. 


We di projeya xwe de cih daye pêkhate û baweriyên cuda?

 Em dibêjin bila hemû pêkhate bi hemû reng û cûdahiyên xwe, mafê wan hebe û li herêmên xwe rêveberiya xwe hilbijêrin, bibin xwediyê mafê projeyên xwe. Eger li Herêma Kurdistanê rêveberiyek hebe û kesek hikûm bike, ev li gel benda 30 nakokiyek e. Êzidiyên Şengalê bûne qûrbanê madeya 2 ya Herêma Kurdistanê. Eger wan rêveberiya xwecihî hebûya, rastî vê komkujiyê nedihatin.


Gelo têkiliya rêveberiyê û olê divê çawa be?

Li gorî me ne destûreke laîk  pirsgirêkan çareser dike, ne jî destûreke Îslamî. Xaleke destûrê dibêje; nabe destûr bêalî be ligel xalên sereke yên Îslamê. Di dawiya heman hevokê de jî dibêje; divê destûrek demokratîk be. Lê ev her du xal berovajî hev in. Eger destûr li ser bingehê hikmê neyê guhertin yê Îslamî be, ew yek li gel demokrasiyê nakok e. Ji ber vê me pêşniyar kiriye hikmê nayê guhertin ê Îslamê bê rakirin. Eger pêkhate û baweriyên cûda yên civakê li ber çav bên girtin, nabe bawerî û olên din berçav neyên girtin û mirov tenê cih bide Îslamê. Ji ber vê yekê em ne neçar in vegerin şêwazê berê hatiye bikaranîn. Li gorî me demokrasî rêya herî baş e di destûrê de reng bigire.


Pêşniyarên we ji bo desthildariya serokatiya Herêma Kurdistanê çi ne?

Yek ji madeyên me diyar kirî ew e ku divê serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlemanê ve bê hilbijartin. Wek mînak; di madeya 92, xala 2’an de endamên dadgehê ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê bi şêwiriya ligel civata dadweriyê  tê hilbijartin. Ev li başûrê Kurdistanê bûye navendek û gelek caran serokê Herêma Kurdistanê di wî warî de deshilatdariya xwe bikar tîne. Di madeya 94’an de jî behsa wê yekê tê kirin ku serokê dadgehê li pêşiya serokê Herêma Kurdistanê sond dixwe. Di xala 6´an maddeya 95´an de jî tê gotin ku dadgeha destûrê, serokê Herêma Kurdistanê û cîgirê wî dadgeh dike. Em dibêjin, ger endamek dadgehê ji aliyê serok ve hatibe hilbijartin, gelo dikare serokê Herêma Kurdistanê dadgeh bike? Ev bend û madde weke lastîkê ne, zêdetir di berjewendiya wî ferd û aliyî de ye ku deshilatdar e. Li gor dîtina me divê ev deshilatdariya dîktatorî bê kêmkirin û sînorek jê re bê danîn.

Dema ku serokê partiyekê dibe serokê Herêma Kurdistanê, nabe wek serokê partiya xwe bimîne. Divê îstifa bike û dest ji partiya xwe berde. Ji bo bi awayekî dadperwerî û li gorî mafên jê re hatine dayîn, tevbigere.

Di xaleke din de destûr behsa Serokê Herêma Kurdistanê  dike û dibêje., ew dikare biryara efûya giştî bide. Li gorî me divê li parlemanê biryar li ser vê bê dayîn, ev desthiladarî  û çend desthildariyên din li Başûrê Kurdistanê radestî kesekî hatine kirin.


ROVAN REŞÎD / SELAH XIDIR / ROJNEWS