Piştî ciwanên Kerkûk, Kîfrî û Daquqê, komek ji ciwanên bi navê "Ciwanên fedayê azadiya gel" li navçeya Xurmatû ya Başûrê Kurdistanê jî, ji bo piştgiriya berxwedana YPS’ê daxuyaniyek dan û bang li ciwanê Başûrê Kurdistanê kirin ku beşdarî nava refên YPS’ê bibin.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser hevkariya dewleta Tirk ya bi çeteyên DAIŞ'ê re û wiha gotin: "Dewleta Tirk, ji bo gelê Kurd nebe xwedî destketî bi rêxistineke wehşî ya mîna DAIŞ'ê re tifaq kir û destek dayê. Pêwîste ji niha û pê ve navendên aborî û leşkerî yên dewleta Tirk hedef werin girtin û ji vê helwesta dijminatiya li Kurdan dike bê poşmankirin."
Di daxuyaniyê de ciwanan, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê banga berxwedanê li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir. Ciwanan gotin, "Roj, li dijî dagirkeriya Tirk bi ruhê berxwedana Kobanê re meşandina têkoşînê û xwedîderketina li berxwedana Bakurê Kurdistanê ye."
‘Em ji bo gelê xwe amade ne’
Ciwanên Xurmatû diyar kirin ku ew wekî ciwanên dilxwaz ên welatparêz, ji bo şerêkî li dijî zihniyeta faşîst a dewleta Tirk amade ne û wiha gotin: “Ji bo şerekî li dijî zîhniyeta faşîst a dewleta Tirk, em amade ne bi gelê re tevbigerin.”
Di daxuyaniyê de ciwanan bang li tevahiya ciwanên Başûrê Kurdistanê kirin û wiha gotin: Em vê bangê li gel û ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin: Ji bo sedsala 21'an bibe sala azadî û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd, bila destekê bidin berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me yê li Bakurê Kurdistanê û tevlî nava refên YPS'ê bibin.”
‘Ji gel lêborînê bixwazin’
Ciwanên Xurmatû di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Kurdên ku bi dewleta Tirk re tifaqê dikin û gotin: “Pêwîste van têkiliyên xwe bibirin, ji tevahiya gelê Kurd lêborînê bixwazin û li cem gelê xwe cih bigirin."
XURMATÛ