Berpirsê Peywendiyên Derve yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi aştî û diyalogê were çareserkirin û got; “Lê hikûmeta Tirk vê qebûl nake û dibêje yên weke me nehizirin em ê bikujîn.”
Berpirsê Peywendiyên Derve yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre li ser peywendiyên wan ên li gel dewleta Tirk got, “Gelek dûr û dirêj nînin. Di destpêka salên 1990’î Cenabê Mam Celal di çarçoveya civîna ISC de serdanek kir ku weke nûnerê PDK’ê Muhsîn Dizeyî li gel bû. Wê demê rehmetî Turgut Ozal bû. Wê demê peywendiyên me bi fermî destpê kir. Ji wê demê ve li gel guhertina hikûmetên Tirkiyeyê di asta bilind û nizm de peywendiyên me dewam dikin. Em weke YNK’ê bi Tirkiyê re xwedî sînor nînin.
Sînor zêdetir ketine Dihok û Hewlêrê. Li ser pirsgirêkên Tirkiyeyê nêrîna me cûda bû ku divê pirsgirêka Kurd li wir bi aştî û diyalogê were çareserkirin. Diyare Tirkiye vê erê nake. Hemû hikûmetên Tirkiyeyê dibêjin, ‘ên weke me nehizirin em ê bikujîn.’ Lê Tirkiye welatekî mezin e, lewma peywendiyên me girîng in.”
Ne bi şer û aloziyê
Pîre diyar kir ku niha peywendiyên wan ên li gel Tirkiyeyê baş in û wiha domand; “Hewildanên me yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan didomin. Tişta borî rû da, ne şaşiya YNK’ê bû. Lê, qurbanî me da, piştre jî nûnerê me ji Tirkiya derxistin û seferên balafirên Tirkiyeyê yên ji bo Silêmaniyê bi dawî kirin. Diyare Tirkiye qala vê yekê dike ku em hevkariya muxalefeta Tirkiyeyê dikin. Lê wiha nîne. Bi xwe jî dizanin, li gorî me, ew rewşa li gel PKK’ê heye, ji berî azadbûna Iraqê ev pirsgirêk heye. Ew pêştir e. Eger rastî bivê, divê dewleta Tirk xwe di ber çavan re derbas bike, li gorî dixwaze çareser nebûye. Divê dewleta Tirk pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi aştiyane çareser bike, ne bi şer û aloziyê.”
HEWLÊR / ROJNEWS