Kiryarên zalimane dewleta Tirk yên li dijberî siyasetmedarên Kurd û gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê her diçe zêde dibin. Di vê çarçoveyê de Cîgirê Sekreterê PDK-δyê Mistefa Mewlûd li ser girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê got; "Piştî girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê, roja piştî wê me helwêsta xwe nîşan da û me ev yek şermezar kir."

Mistefa Mewlûd bi bîr xist ku vê helwêsta dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd zerar daye pêvajoya aştiyê jî û wiha peyivî: "Tirkiye bila baş bizane ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye. Pêwîst e mafê gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê were dayîn û dewleta Tirk nikare xwe ji pirsgirêka Kurd bide alî.“

Mistefa Mewlûd wiha dirêjî da axaftina xwe; "Divê Tirkiye li cihê şer, girtin û binçavkirinê li rêyên diyalogê û aştiyane bigere. Tekoşîna gelê Kurd pêwîst e bi rêyên guftûgo û diyalogan were çareserkirin, mafê gelê Kurd were dayîn."

Mistefa Mewlûd got ku, dewletên dagirker Kurdistan di nava xwe de kirine çar parçe û wiha pêde çû; "Pêwîst e pirsgirêka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê were çareser kirin. Li her cihê Kurd lê, piştgirî û dilsozê hev in."

Cîgirê Sekreterê PDK-Îran Mistefa Mewlûd bi vê bangê gotinên xwe bi dawî kir: "Kiryarên dewleta Tirk yên li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê şermezar dikim û pêwîst e em bi gelê Bakurê Kurdistanê re yek bin."


MIHEMED HESEN / ROJNEWS / RANYE