Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê Sîpan Tûran, kuştina Bariş Çakan a ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî şermezar kir û got, “Careke din hat zanîn ku zêhniyeta faşîst a AKP-MHP’ê tenê wehşet û komkujiyê dihewîne. Zêhniyeteke ku wiha êrişî çand û nirxên Kurdan bike, siberojê wê ji bo Kurdan çawa rewşeke aştiyane ava bike.

Me bi kuştina Bariş Çakan dît ku wehşeta heyî zêdetir bûye. Divê bi awayekî lezgînî gelên Tirkiye û Kurdistanê ji vê faşîzmê xelas bibin. Em kesên ku aştiyê qetil dikin û bingeh ji komkujiyê re amade dikin şermezar dikin. Heta ku Kurdekî li dinyayê bimîne jî em ê bi Kurdî biaxivin û li stranên Kurdî guhdarî bikin.”

 

MA/COLEMÊRG