Pêr li Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê li ser dirêjkirina demê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê û paşdexistina hilbijartinên Parlamentoyê rûniştinek pêk hat. Di rûniştinê de bi hevkariya Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) û Yeketî Niştîmanî Kurdistan (YNK) biryar hate pejirandin. Li ser vê partiyên muxalif bertek nîşandabûn û di encama nîqaşên derketî de veguherî bû pevçûnê.
Bi boneya aloziyên hilbijartinan û dirêj kirina demê Serokê Herêma Kurdistanê, Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) pêr daxuyanî yekî niviskî weşand. Di daxuyaniyê de balê dikişîne li ser dem dirêj kirina Serokatiya Herêma Kurdistanê û paşxistina demê hilbijartinê û wiha berdewam dike, “ Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin, ev ji tenê gel dikare biryarê bide ku, Serokatiya Herêmê li ser kar bimîne yan na. Ne Parlamen, ne ji Serokatiya Herêma Kurdistanê ne ji qet hêzekî û aliyekî din li ser îradeye gel nikare biryarê bide û mafê wan nîne, demê Serokatiya Herêma Kurdistanê dirêj bike. Yan ji demê hilbijardina paşve bixe, jiber vê ji ev nêzikatiyên hemê rasterast dijî îradeya gel, azadiyê û rêgezên demokrasiyê ne.”
Her wiha PÇDK di daxuyaniya xwe de balê dikişîn e li ser rewşa serbixwebûna Komisyona hilbijardinê ji û wiha tîne ziman, " Di vê biryarê de şik û gûmanên gel li himberî Komîsyona Hilbijardinê zêde dibe ka çiqas ser bixwe ye yan na. Her wiha ji karê wan ji gûman jê tê kirin. Ji ber ku di biryar dayîna karek wiha de ew berpirsyarin.”
Gulpî: Dirêjkirina ne qanûniye
Dr. Faîk Mihemed Gulpî jî têkildarî dem dirêjkirina Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê û paşxistina hilbijartinên parlamentoyê de pêr bi şev li ser hesaba xwe ya Facebookê daxuyanek bilav kir û di daxuyaniya xwe de balê dikişîne li ser rewşa desthildariyê û da diyar kirin ku, Ew tişta ku pêr li parlamentoyê pêk hatî, ne zagonî bû, dîsan her du listeyên Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) û Yeketî Niştîmanî Kurdistanê (YNK) mafê xelkê Kurdistanê binpêkirin û dijî kar û pîvanên hundirîn ên parlemanê bûn. Li gorî belgeyan temenê Serokatiya Herêman Başûrê Kurdistanê 2 sal din dirêj kirin û temenê parlemanê ji 2 heyv dirêj kirin.
Her wiha Gulpî ev helwesta ne demokratîka ne nirxan û got: “Helwestekî ne demokrasî ya ne ye. Karekî ne qanûnî ye ku 2 partiyên gendel û desthiladar perest bi salane dijî mafê demokrasî û netewa gelê Kurd ji bo têrkirina derûniya nexweşiya xwe bi rêve dibin.”
Di dawiyê de ji Gulpî li ser siyaseta her dû partiyên desthiladarên Hêrama Başûrê Kurdistanê got: “Her dû partî yên desrhiladar li ser vê cûre siyasetê desthiladare. Çarenûsa wan li çarenûsa desthiladariya dîkdatorên derdor nêzik dike. Gelê Kurd li mafî wan dûr dixe.”
HEWLÊR