‘Divê hikûmet cidî tevbigere’
Rehman Resûl destnîşan kir ku diviyabû hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesteke pir cidî li hemberî vê meseleyê hebûya û ev tişt anîn ziman: "Divê bi tu awayî vê yekê qebûl nekiribûya. Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî girtina deriyê Rojavayê Kurdistanê bê deng nemînin. Helwesteke cidî nîşan bidin. Divê bi rêya çapemenî û hewldanên fermî yên di asta hikûmetê de hewl bidin, ger ev nebe, divê dabikevin kolanan û li hemberî vê yekê derbikevin.”
Nerazîbûn mezin dibin
Endamê Rêveberiya Rêxistina Karkeran bal kişand ser mijara dirêjkirina dema Serokatiya Herêma ya Başûrê Kurdistanê û got ku diviyabû ev pêvajo di dema xwe de bi encam bibûya. Resûl wiha pê de çû ; “Divê em li Başûrê Krudistanê demokrasiyê ji xwe re weke esas bigirin û têkoşîna demokrasiyê bidomînin. Paşdexistina her demek a hilbijartinê, nîşaneyê pirsê dixe ser demokrasiyê. Lê mixabin nerazîbûnên civakê negihiştiye asteke rêxistinkirî û helwesteke civakî çênebûye. Heta mijar nebe hilbijartinên Başûrê Kurdistan û Iraqê, ev pirsgirêk nayê gotûbêjkirin. Ji ber wê jî pêwîst e hemû rêxistin, partî, civak û komele li hemberî vê yekê bibin yek û helwesteke ciddî li hemberî vê yekê nîşan bidin.”
'Pirsgirêka destûra bingehîn e'
Resûl da zanîn ku ji ber ku niha dema hilbijartinê ji ber vê jî mijara destûra bingehîn jî anîne ziman û wiha berdewam kir; “Li gorî destûrê divê hilbijartin di dema xwe de pêk bên. Lê yek ji pirsgirêkên girîng ên gelê me yê Başûrê Kurdistanê pirsgirêka destûra bingehîn e. Dibe ev li gorî civaka me hatibe amadekirin, lê heta niha civakê bi awayeke ciddî erê nekiriye û nêrînên sazî û rêxistinên sivîl nehatine wergirtin. Mînak, ev destûr zêde xistmeta Serokatiya Herêmê dike. Lê divê ev bêne kêmkirin.”
‘Ji bo karkeran projeyeke qanûnî tune’
Endamê Encûmena Rêveberiya Rêxistina Bînasazî ya Karkerên Kurdistanê Rehman Resûl bal kişand ser mafê karkeran û got; “Mixabin heta niha Parlementoya Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê tu mafek nedane karkeran. Bi taybet ji bo karkerên bînasaziyê tu projeyeke qanûnî nehatiye amadekirin û di parlementoyê de nehatiye erêkirin. Me weke rêxistin û komeleyên karkeran ji bo mafê karkeran pêşnûme amade kirin, me da parlementoyê. Lê ew dixwazin qanûnên ku di dema rejîma Baas de yên salên 70’yan bînin. Lê divê karker bi xwe pêşnûmeyek a qanûnê ji bo mafên xwe binivîsin, biçe parlementoyê û parlemento li ser gotûbêj bike. Ne ku biçin qanûneke kevin bînin.”
DÎHA/HEWLÊR