
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Radyoya Dengê Kurdistanê û got, “Niha li Tirkiyeyê ji gelek aliyan ve kaos heye. Kaosa aborî heye, ya sîstemî heye, ya rêvebirinê heye, ya dîplomatîk heye, bi her cîranan re heye, bi her kesî re di krîzê de ye. Ew rast e. Lê belê ev herî zêde di siyaseta wan a li Sûriyeyê û ya li Rojava xwe da rû. Niha li wir bi temamî li bin ketiye. Kesî li wan guhdarî nekir. Ewqasî Tirkiye kirin bazarê, adeta xwestin bifiroşin, lê ti kesî ew nekirî.”
Plana tasfiyeyê vala derket
Karayilan têkildarî ast û peyamên Newroz a 2017’an de nerînên xwe wiha parve kirin: “Weke tê zanîn dagirkeriya Tirkiyeyê li hemberî şoreşa me gihîşt konsepteke nû. Li ser esasê wê konseptê tifaqa AKP-MHP-Ergenekon hat kirin. Û ev du sal in li ser Kurdistanê êrîşek heye. Rejîma AKP’ê û MHP’ê li Kurdistanê ji bo encamê bigire zilmek mezin meşand. Û nêzî du sal in bi êrîşek li ser hemû nirxên me, siyasetmedarên Kurd, niha parlamenterên Kurd, hevşaredar di zîndana de ne. Armanca wan vî gelî bêdeng bikin, teslîm bigirin. Çong li erdê bikin. Plana ‘Têkbirinê‘ ev bû. Lê îro li Newrozê, yanî di serî de li Amedê, Cizîr, Gever, Wan heta Dersîmê li her devera ku Newroz lê çêbû, Stenbol, Îzmîr gelê Kurd û kesên demokratîkxwaz bi rastî helwestek danîn. Û eşkere kirin ku ev plana dewleta AKP’ê a çong erdêkirinê vala derketiye.
Em tevahî gelê me yê bi israr û bi biryar li xwe xwedî derdikeve silav dikin. Ji bo çalakiya wan a hêja û pîroz em wan pîroz dikin. Di vê Newrozê de gelê Kurd helwesta xwe danî. Divê her kes ji helwesta gelê me encama pêwîst derxîne. Em jî, yên li derveyî me jî, hatta dagirkeriya li ser Kurdistanê jî divê encamê jê derxîne. Yanî ev gel bi zilmê çongê bernade erdê. Weke Mehmet Tûnç gotiye, ji kesî re stuyê xwe xwar nake.“
Divê ji zilmê re bêjin ‘NA’
Karayilan peyama ku di Newrozê de ji bo referandûm a 16’ê Nîsanê hate dayin jî bibîr xist û xwest ev yek wisa were fahmikirin: “
Asta beşdariya Newrozê destnîşan dike ku wê gelê Kurd di vê referandûmê de bêje çi. Yanî gelê Kurd helwesta xwe zelal kir û divê hîn jî zelal bibe. Ez dibêjim gelê Kurd, yên ku heta niha dengê xwe dane AKP’ê, daye kê dibe bila bibe yanî her Kurdek di vê demê de û her demokratek divê bêje NA. Eger bêje ‘erê’, tu ji zilma AKP û MHP’ê ya li ser Kurdistanê re dibêje erê. Yanî ku yek bêje erê, bi van kiryarên MHP û AKP’ê yên li Kurdistanê re dibe şirîk. Her kesê xwedî wijdan, li hemberî vê zilmê xwedî helwest divê bêje NA. Her kesê ku naxwaze ev zilm bimeşe, şer geş bibe, bêguman wê bêje NA. Yanî mirov dikare bêje, ev helwesta gel a Newrozê di heman demê de di referandûmê de jî wê çawa helwestê nîşan bide, destnîşan dike.“
Hesabên tesfiyeyê dikirin
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan derbarê sedema zêdebûna operasyonên tinekirinê û hesabên rayedarên AKP’ê û dewleta Tirk de jî nerînên xwe rawe kirin: “Wan wisa dihesiband; wê li bakur operasyonan bikin, gerîla li ku derê bibîne wê tasfiye bikin. Hinek teknîk di destê wan de heye. Di wexta xwe de bi esasî Amerîkayê ev teknîk da wan. Dûre hinek ji Îsraîlê girtin. Niha formul ji wan dizîne bi xwe jî çêdikin hinekî. Bi wê teknîkê bawer dikir. Û wan hesab dikir ku wê di zivistanê de derbên cidî li gerîla bixin. Wekî din dest li Rojava werdan. Wan hesab dikir ku wê li Rojava karibin xwe bi hêz bikin û têkiliyên şoreşa Rojava yên bi derve re qut bikin. Hesabê wan wisa bû, ew hesab jî li bin ket. Vaye niha şoreşa Rojava di hemleyê de ye û Federasyona Bakurê Sûriyeyê êdî wê bibe heqîqetek. Û dewleta Tirkiyeyê hem di warê leşkerî de, hem di warê dîplomatîk de ti encam negirt. Geh xwe avêt Rûsyayê, geh xwe avêt Amerîkayê, serî li her rê da, lê encam negirt.“
Banga berpirsiyariyê
Têkildarî pêvajoya pêş de jî Karayilan ev bang kir: “Eger gerîla bi rola xwe rabe, êdî faktorên din jî wê bikevin dewrê, wisa şoreşa herêmî êdî wê bi rê bikeve. Ji ber vê ev meş meşeke dîrokî û girîng e.
Divê hemû kesên bi berpirsyar hîn zêde bi baldarî tevbigerin. Hemû welatparêz, hemû gelê me, hemû dostên me, heqîqeta vê serdemê berçav bidin, li gorî wê bi berpirsyarî tevbigerin. Vaya bi Newrozê re gelê me dest pê kir. Yanî weke start dest pê kir. Gerîla jî û hemû xebatkar jî bêguman divê hîn kûr li ser demê rawestin, demê bi teqez bikin dema serketinê.“
NAVENDA NÛÇEYAN