Aldar Xelîl: Tirkiye bi êrîşên li dijî Bakurê Sûriyeyê, hewl dide terorîstan ji tunebûnê xilas bike. Divê Koalîsyona Navneteweyî helwêsta xwe li dijî êrîşên Dewleta Tirk zelal bike.
ALAN ROJ / ANHA / QAMIŞLO
Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê Aldar Xelîl der barê rewşa dewî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên dewleta Tirk de bersiva da pirsên Ajansa Nûçeyan Hawarê, ANHA yê.
Naxwazin gel aram bijîn
Aldar Xelîl di destpêkê de bal kişand ser erişên li dijî destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got,Ev êrîşa Tirkiyeyê ne ya destpêkê ye, lewma divê Koalîsyona Navneteweyî, dewletên têkildar, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewrûpayê helwêsteke eşkere der barê êrîşên dewleta Tirk de nîşan bidin.Li dijî pirojeya demokratîk êrîşên piralî hene, eger ji bo çareseriyê nêrînên me berçav bihatana girtin, wê rewşa li Sûriyeyê baştir aram bibûya. Ewrûpa dizane ku Tirkiye dikare di mijara koçberan de zirareke mezin bide wan, lewma hetanî ku rêyeke din bibînin, xwe ji mijarê didin alî.
Teror bi navên din
Aldar Xelîl, li ser hebûna komên Terorîst jî ev nirxandin kir: “Tirkiye dixwaze terorîstan veguhêze herêmên Şehba, Efrîn, Ezaz û derdorên wan, ev jî pirsgirêkeke mezin e.”
Li gorî Aldar Xelîl “Di mijara Îdlibê de, nîşanên binketina hevpeymanê xuya dikin, Rûsya hewl dide vê tiştê veşêre da ku demê qezenc bike û mijaran dereng bike ku nêrînên nû der barê rewşa Sûriyeyê de derkevin. Dixwazin tevliheviyên mezin çêbin û teror bi hin cûre û navên din derkeve, bi taybetî ku niha DAIŞ li herêmên Dêre Zorê dike bi dawî bibe.
Divê em jî amade bin
Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê, Aldar Xelîl di dawî de got, “Divê gelê me jî li dijî gef û êrişên Tirkan tedbîrên xwe bigire, di rewşên wiha de amade be ku bêyî kes jê bixwaze, helwêstê nîşan bide. Divê em bi her awayî amade bin û destketiyên xwe biparêzin.”
Rojava biparêzin!
Erişên Dewleta Tirk a dagirker li dijî destketiyên Şoreşa Rojava û Bakûrê Sûrî dewam dikin. Ciwanên Azad li ser Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û erişên Dewleta Tirk, daxuyaniyek da. Ciwanên Azad bang li ciwanan kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dakevin meydanan. Daxuyaniya Ciwanên Azad li ser mijarê wiha ye:
“(Dewleta Tirk) Tecrîdkirina Rêber Apo giran kiriye û mafê jiyanê nade kesekî ku dibêje, ez Kurd im. Erdogan ê dîktator îro ferman daye ku Rojava were dagirkirin. Dewleta Tirk a faşîst li ku derê Kurdek hebe êriş dike. Divê ciwanên Kurd zanibin ku tenê armanceke van êrişan heye; ew jî qirrkirina Kurdan e. Li hemberî her bombe û fîşeka hêzên dagirker, divê ciwanên Kurd hêrsa xwe li meydanan nîşan bidin. Em bang li ciwanên li Ewrûpayê dikin: li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk serî hildin û Rojava biparêzin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Vê carê Kobanê û Girê Spî
Erişên Artêşa Tirk a dagirker li ser Kontona Kobanê û Girê Spî dewam dikin. Piştî daxuyaniya dîktatorê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan, û civîna çaralî ya li Stenbolê van êrişan dest pê kiribû.
Artêşa Tirk doh hawan avêtin gundên Kor Elî û Selîmê yên li rojavayê Kobanê. Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Girê Spî ku pêr dest pê kirin jî dewam dikin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, artêşa Tirk a dagirker bi çeka doçka êrîşî rojavayê Girê Spî kiriye. Li ser encamên êrîşê agahiyeke zelal bi dest neket. Di êrişa pêr êvarê (sêşemê) de endamekî hêzên xweparastinê şehîd bûbû, yek jî birîndar bûbû.
KOBANÊ
Xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpa (KCDK-E) piştî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê, banga çalakiyan li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewrûpayê kir.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E´yê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser gundê Kor Elî û Selîm ên Kobanê da û got, “Artêşa Tirk a dagirker ku hebûna xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kiriye, êrişên xwe yên barbar zêde kirine. Artêşa Tirk a dagirker ku bi çekên giran bombeyan li gundên Kor Elî û Selîmê yên Kobanê dibarîne, plana komkujî û dagirkeriyê dike.
Em bang li gelê xwe dikin ku hay ji van barbarên dîn û har hebe evên ku dixwazin şoreşa Rojava têk bibin.”
KCDK´E´yê gotina “Vaye Kobanê dikeve” ya Erdogan bi bîr xist û got, gelan bi rizgarkirina Kobanê bersiv da: “Wê rojê Kobanê neket. Lê Til Hemis, Til Beraq, Şedadê, Hol, Eyn Îsa, Girê Spî, Sirrîn, Tişrîn, Minbic, Tebqa û Reqa yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn dagirkirin, yek bi yek ketin.”
KCDK-E’yê got, dewleta Tirk a faşîst û dîktator Erdogan ê ji bo qirkirina Kurdan sondxwarî ye, li pey tolhildanê ye û wiha dewam kir: “Gelê me yê welatparêz ê li Ewrûpayê, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û her kesê li dijî faşîzmê, divê metirsiya li ser Kobanê û Şoreşa Rojava ku sembola azadiyê ya mirovahiyê ye, bibînin û bi kevneşopiya berxwedana Kobanê ya dîrokî rabin ser piyan.
Bi navê KCDK-E’yê em bang li gelê xwe yê welatparêz, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, antî-faşîst û her kesê enternasyonalîst dikin ku bi wesîleya Roja Kobanê ya Cihanê tavilê dakevin meydanan û bi xurtî xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.”
NAVENDA NÛÇEYAN