Şêx Mihemed El-Qadirî, got, roja rizgarkirina Kobanê rojeke pîroz e di dîrokê de û wiha peyivî: “Me dît vê rojê dijminên ku hewil dane Kobanê dagir bikin têk çûn, ji ber ku em li ser riya rastiyê li gorî nirxên dînê rastiyê û peyamên pêxemberan dimeşin.”
El-Qadirî dest nîşan kir ku çeteyên DAIŞ‘ê dixwazin bingeha Îslamê ji koka wê de dûr bixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her kes dizane ku DAIŞ di riya fikrên xwe yên şaş de, lê bi navê Îslamê tevdigere û Îslama rast têk dibe. Lê bi qudreta Xwedê, em ê Îslama rast nîşanî cîhanê bidin.”
‘Şervanên heqîqetê’
Li hemberî êrîşên çeteyan El-Qadirî berxwedana YPG/YPJ‘ê bi bîr xist û weha peyivî: “Berxwedana wan rihê rastiya dîn nîşan dide. Şervanên YPG/YPJ‘ê şervanên heqîqetê ne, parastinê dikin. Şehîdên YPG‘ê xwediyên bihuştê ne, ji ber ku li ser rêya rast in ku Xweda ji bo hemû dînan danîye. Em têkoşîna wan çiqasî bi bîr bixin, em nikarin mafên wan bidin. Ji ber ku ew rihê parastina xaka welat in, ew in bingeha rastiya mirovahiyê.”
EL-Qadirî bang li welatiyên bajarên Cerablus, Serîn û Til Ebyed kir ku armanca êrîşên li ser Kobanê nas bikin û zanibin ku ev êrîş hemû dîn û pêkhateyên herêmê hedef digirin.
Di dawiya axaftina xwe de Serokê Desteya Karûbarên Olî ya Kantona Cizîrê EL-Qadirî got, divê hemû bajar û herêm ji destê DAIŞ‘ê werin rizgarkirin û bang li hemû hêzên siyasî û leşkerî kir ku li dijî DAIŞ‘ê şer bikin.
ANHA / AMÛDÊ