Piştî girtina 370 komele û saziyên civaka sivîl ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK), Şaxa Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) a navçeya Şirnexê Silopiyayê jî hate mohrkirin. Komeleya ku sala 2010’an ji aliyê çend dildarên zimên ve hatî vekirin, heta niha bi hezaran zarok, ciwan, û kesên ku xwendin û nivîsandinê nezanin fêrî zimanê Kurdî kiriye. Di nava gelê Silopiya de cihekî pîroz ê komeleyê heye û bi mohrkirina komeleyê tê xwestin ku xebatên li ser ziman ên li Silopiya werin astengkirin.




Ji destpêkê ve dijminatiya Kurdî dikin


Mamoste û Hevserokê KURDÎ-DER´a  Silopiyayê Aydin Denîz, polîtîkaya dewleta Tirk a bi sedan salan li dijî zimanê Kurdî ye, bi bîr xist û got, “Ji îlana Komara Tirk heta niha her tim li hemberî zimanê Kurdî neyartî hatiye kirin. Bi hezaran welatiyên me ji ber ku bi zimanê xwe axivîn ceza li wan hat birîn.
Bangawaziya me li hemû rayedar û gelê Tirk heye. Em dibêjin, dev ji dij Kurdîtî û neyartiya xwe berdin. Bi vê helwêstê hûn nikarin bigihêjin derekê.”




Her dever bûye 

dibistana Kurdî


Denîz diyar kir ku armanca AKP’ê ew e ku bi girtina saziyên zimanê Kurdî, pêşî lê girtina pêşketina zimên e û axaftina xwe wiha dewam kir: “Bi vekirina KURDÎ-DER’ê re bi dehan şaxê me hatin vekirin, bi dehan dibistanên me hatin vekirin. Bi hezaran şagirt û bi sedan mamosteyên me çêbûn. Êdî her dever bûye dibistana zimanê Kurdî. Perwedehiya zimanê Kurdî gihîşt asta herî jor. Girîngiya zimanê kurdî hat dîtin. Hikûmeta AKP’ê dibêje, ‘me sazî û dibistanên wan girtin, pêşiya zimanê wan asteng kir’. Lê bila baş bizanin ku em ê li her deverê zimanê xwe hîn bibin, fêr bikin, biaxivin û li hemû cîhanê belav bikin. Dibistan tenê ne nav çar dîwaran e. Her dever cihê perwerdehiyê ye. Her malek wek dibistanê ye. Em ê her tim zimanê xwe bi pêş bixin. Li her meydana jiyanê em ê bi zimanê xwe bijîn.”




Divê malbat û zarok bi Kurdî biaxivin


Mamoste Denîz bang li hemû malbatên Kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû malbatên me yên Kurd heta dikarin bi zarokên xwe re, bi der dora xwe re danû sitandinê bi Kurdî bikin, bi Kurdî biaxivîn. Bila baş bizanin ku ti hêz nikare pêşiyê li bipêşveçûna zimanê Kurdî bigire. Ti carî nikarin bi ser kevin. Welatparêz û zimanparêz, em ê bi ser kevin. Di Rojhilata Navîn de zimanêkî herî kevnar û dewlemend zimanê Kurdî ye. Wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Eliyê Herîrî, Baba Tahîr Hemedanî û bi dehan ên wekî van mamosteyan, li ser zimanê Kurdî xebatên wan hene û bi Kurdî nivîsandinin. Zimanê me zimanekî civakî ye. Wekî gelê Kurd bi hişyarî em ê her tim li zimanê xwe xwedî derkevin. 

ŞIRNEX