Bêhelwêstbûna parlementoya Herêma Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêma Kurdistanê rê li ber mezinkirina dagirkeriyê vedike. Her wiha xelk û hin parlamenterên herêmê bang li serokê patlementoya Herêmê dikin ku helwêsta ya li dijî dagirkeriyê nîşan bide. Û bi erka xwe ya neteweyî rabe. BIRYAR MIHEMED ROJNEWS Hin parlementerên Kurd ên Herêma Kurdistanê ji parlementoyê dixwazin ku ew taybet ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê bicivin. Lê heya niha ji alî parlementoyê ve ti bersiveke erênî nehatiye ku li ser vê meselê bicivin û hin biryaran derxin. Parlementer Qadir Rezgeyî û Merwan Gelalî nerazîbûnê nîşanî vê yekê didin û dibêjin: “Hewldanên me wê li ser mijarê bidomin heta ku parlemento bicive.” Heta ku bi cidî bên ser xetê Parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê ji RojNewsê axivîn. Ji Koma Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Parlamenter Qadir Rezgeyî derbarê bêhelwestî û xemsariya Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de û li ser sedema neciviyana parlementoyê wiha axivî: “Wê zextên me yên li ser serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê û serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bidomin, heta ku bi cidî bên ser xetê û ji dagirkeriya artêşa Tirk re sînorekî deynin.” Bila xelk zextan li hikûmetê bikin Her wiha Rezgeyî got heger parlemento derbarê vê yekê de nebe navenda çareseriyê divê xelkê li dijî vê helwêsteke cidî nîşan bide û wiha pê de çû: “Eger hikûmet û serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê weke niha bêdeng be li ser vê mijarê, divê xelkê Başûrê Kurdistanê zextan li hikûmet Herêma Kurdistanê bikin, ji bo ku hikûmet neçar bibe û bêdengiya xwe bişkîne.” Hewldanên me wê bidomin Parlamenterê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Merwan Gelalî jî li ser heman mijarê peyivî. Merwan Gelalî diyar kir ku berpirsê ewlehiya serweriya xaka Başûrê Kurdistanê hikûmeta Iraqê ye û got; “Divê hikûmeta Iraqê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe derxe. Weke parlamenterên Herêma Kurdistanê hewldanên me wê berdewam bikin ji bo ku parlamentoya Herêma Kurdistanê rûniştineke taybet li ser dagirkeriya dewleta Tirka dagirker lidar bixe.”