Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku berpirsiyariya HDP’ê zêde bûye û got: “Hemû kesên ku dixwazin Tirkiye azad bibe, divê li dijî tecrîda li ser Ocalan tev bigerin.”
KENAN/KIRKAYA / MA/ENQERE
Piştî merasîma sondxwarinê, Meclîsa Tirkiyeyê dest bi xebatên serdema 27’emîn kir. Di vê serdemê de tişta tê meraqkirin ew e ku dê di pergala Serokomartiyê de bandora Meclîsê çi be. Piştî ku navnîşana fealiyetên birêvebirinê ji Meclîsê birin Qesra Beştepeyê, erka venihartinê ya Meclîsê pir kêm bû. Tê diyarkirin ku di warê hin sererastkirinên qanûnî de, dê partiya serdest li gor pêdiviyên xwe sererastkirinên qanûnî pêk bîne.
Rola HDP’ê girîngtir dibe
Lê belê, partiyên muxalefetê jî hewl didin ku Meclîsê dîsa çalak bikin û ji bo vê bi motîvasyona zîndekirina pergala parlementeriyê tev digerin. Nîqaşên komcivînê yên di nav CHP’ê de, valahiyeke mezin li qada muxalefeta sereke peyda dike. Ji ber vê wisa dixuyê ku dê partiya ku li hemberî AKP’ê sekneke bibandor nîşan bide HDP be. Hem cudatiya profîla parlementerên HDP’ê hem jî fikra wê ya li ser “rêgezên demokratîk”, HDP’ê bêtir derdixe pêş.
Kesên bi fikar divê li dij tecrîdê bin
Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, anî ziman ku HDP bêyî şik û guman dê barê bikeve ser milê wê bi cih bîne. Ocalan, dibêjê, di rojeva wî de tecrîd, mafên gelê Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê hene. Ocalan bilêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tenê bi wî ne sînorkiriye û got: “A rastî îro civak hemû tê tecrîdkirin. Eger em doza azadî û demokratîkbûyîna vî welatî dikin, naxwe divê em li dijî tecrîdê derkevin. Ji roja ku tecrîd hatiye pêkanîn, li Tirkiyeyê maf û azadî lawaz bûne. Tirkiye ber bi karesatan ve diçe. Loma kesên ku li Tirkiyeyê difikirin divê hemû li dijî tecrîdê derkevin.”
Ji bo muxalifan bitirsîne
Ocalan, bal kişand ser îstismarkirina zarokan ku di demên dawî de di rojevê de ye û anî ziman ku ev tişt ji aliyê îktîdarê ve hatiye amadekirin û xafikeke mezin e. Ocalan got: “Jixwe her cara ku îktîdar ditengije mijara darvekirinê dixe rojevê. Niha jî ev êrîşên hovane yên li dijî zarokan tên kirin û bi tu awayî nayên qebûlkirin dewlet vê yekê ji xwe re wekî hincet nîşan dide û mijarê dîsa dixe rojevê. Heta niha îstismarkar hemû ji efûya ku wan derxist sûd girt. Eger darvekirin bê, di serî de siyaseta Kurd dê ji bo hemû muxalifan wekî amûreke gefxwarinê bê bikaranîn. Divê kes nekeve vê xafikê.”
‚Dewletê bi sedan zarok kuştin’
Her wiha Ocalan, diyar kir ku divê îstismarkirina zarokan bi van bûyerên dawî re neyê sînordarkirin û got: “Li vî welatî mafê jiyanê yê zarokan nayê naskirin. Dewletê bi sedan zarok kuştin. Îstismarkirina herî mezin ev e.”