Hevserokê KONGRA GEL, Remzî Kartal ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê daxwaz kir ku gel bi ruhê seferberiyê biçe ser sindoqan û dengan bidin HDP’ê û got: “Tenê serketina HDP’ê dikare pêşî li Sultan Erdogan û xeyalên wî bigire. Ev ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo hesabpirsîna ji Erdogan û Hikûmeta AKP’ê derfetek dîrokî ye.” Kartal da zanîn ku li welatên ku rêjeya beşdarbûna hilbiljartinê kêm in, divê pêkhateyên HDP’ê xebatên xwe lezgîntir bikin.
Remzî Kartal daxuyaniyek da û ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê bang kir ku divê ji bo HDP’ê deng bê dayîn.
Kartal destnîşan kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji hemû hilbijartinên ku heta niha li Tirkiyeyê pêk hatine, cudatir e û encamên hilbijartinê wê qonaxeke pêvajoya nû ya li Tirkiye û Kurdistanê be.
’Dereng nexin, biçin ser sindoqan’
Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku ji bo azadî û demokrasiyê dengê xwe bidin HDP’ê. Ceylan bi lêv kir ku ji bo ku ji dîktatoriya AKP’ê rizgar bibin ev derfeteke û got: “Hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji bo aştiyeke bi rumet, demokrasî û azadiyê derfeteke dîroki ye. Îro têkoşîna azadî û demokrasiyê ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bûye hêvî. Projeya jiyana azad a HDP’ê gel û baweriyan tîne cem hev. Xwedîderketina li vê peywira her kesî ye.”
Ceylan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji 8’ê Gulanê heta niha hilbijêr dengên xwe bikartînin û got heta niha rêjeya ku dihat payîn nehatiye deng bikarneaniye û wiha got: “Divê vê dawiya hefteyê hemû gelê me yê herêmê bi konvoyê biçe ser sindoqan û kelecana hilbijartina li Ewropayê bide afirandin. Divê hilbijêr nebêjin hîna gelek dem maye. Em xetereyek mezin re rû bi rûne. Bi sedhezaran hibijêr xwe dihêlin roja dawî û ev jî rê li ber pirsgirêkan vedike. Divê her kes vê bizane. ”
BRUKSEL