
Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryar daye ku bêyî rapora Bandora li Hawirdorê (ÇED) bendav nayê çêkirin jî, înşaeta Bendava Ilisû ya li Heskîfê dewam dike.
Endamê Komîsyona Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî ya KCD'ê Endezyar Necatî Pîrînççîoglû der barê mijarê de agahî da ANF'ê û anî ziman ku biryara hatiye dayîn biryareke derengketiye. Pîrînççîoglû got, "Bi vê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn re projeyên weke Balafirgeha 3., Pira 3., Rêya Gebzeyê, Bendava Ilisû, Santralên Hîdroelektrîk (HES) û gelek projeyên weke wan, nabe ku êdî li derveyî rapora ÇED'ê bên hiştin."
Li ser talana xwezayê aramî nabe
Pîrînççîoglû diyar kir ku hikûmet talana xwezayê weke aramiya aboriyê dinirxîne û hewl dide jê rantê bi dest bixe û got, "Desthilatdariyê, kargehên razemeniyê û yên navneteweyî, ji ber ku naxwazin berpisryariya maliyeta ciavkî û hawirdorê bigirin ser xwe, ji bo projeyên wan ên mezin li derveyî pêvajoya ÇED'ê bên hiştin, di Qanûna Hawirdorê de guhertinek kiribûn û ev mijar li derveyî qada erka Dadgeha Şêwirmendiyê hiştibûn."
Pîrînççîoglû da zanîn ku desthilatdariyê bi polîtîkayên xwe re temamiya welêt veguherandiye qada rantê û destnîşan kir ku dewlemendiyên avê yên ser û binê erdê hatine gemarî kirin. Pîrînççîoglû got: "Li herêmên bajar û bejahî, qadên parastinên, daristan, qiraxên çeman, parkên millî, qadên sît ên xwezayî, deşt, zozan, hemû çavkaniyên ser û binê erdê hatine qirêjkirin û veguehrîne qadên rantê. Li hemberî vê rewşê, raporên odeyên pîşeyî û saziyên cemaweriyê yên der heqê van projeyan de, ji nedîtî ve tên."
FERHAT ARSLAN/DÎHA/ÊLIH