Cemîl Bayik di warê derxistina hêzên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê de xwest Rêveberiya Başûrê Kurdistanê guh bide îradeya gel û bi bîr xist gelê Başûrê Kurdistanê li dijî hebûna baregehên Tirkiyeyê ye û got: “Teqez wê gel rojekê baregehan ji Başûr derxe.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji Rojnameya Hewlatî ya li Başûrê Kurdistanê re peyivî û bal kişand ser biryara Parlamenta Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî.
Bayik diyar kir ku civak hemû û dewlet dixwazin hêzên biyanî ji ser xaka wan derkevin û got; “Madem parlament nûnertiya îradeya gel dike, divê rêz ji vê biryarê re were girtin.”
Divê hêzên biyanî derkevin
Bayik diyar kir ku divê Kurd jî daxwaz bikin ku hêzên biyanî ji ser xaka wan derkevin û wiha got: “Berî her tiştî divê bixwazin hêzên dewleta Tirk ji ser xaka Kurdan derkeve. Dewleta Tirk dijminê Kurdan e, û dagirker e. Hêzek e ku niha dijminê Kurd e, hatiye li ser xaka Kurdistanê bi dehan baregeh ava kiriye.”
Helwest a xelkê Şêladizê ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser nerazîbûna xelkê Başûrê Kurdistanê ya li dijî hêzên Tirkiyeyê û bi taybet nerazîbûna jin û ciwanan. Bayik di vî warî de helwesta û Raperîna Şêladizê weke mînak bi bîr xist û weke helwesta herî diyar bi nav kir û got; “Daxwaza herî diyar a gel girtina baregeha dewleta Tirk e ku ji aliyê xelkê Şêladizê ve pêk hat. PDK’ê xwest bi PKK’ê ve girê bide. Lê raperîna Şêladizê nerazîbûna gel a ji nişkan ve bû. Divê siyasetmendar li gorî îradeya gel tevbiger in. Heta ev helwesta PDK’ê dewam bike, wê van baregehê jî hebin. Lê teqez, wê rojek were, wê ev baregehên leşkerî ji aliyê gel ve werin derxistin. Ji ber ku heta ev baregeh neyên rakirin, gelê Kurd hest bi azadiyê nake û nikare bêje min nîştimaneke azad heye.”
NAVENDA NÛÇEYAN