Gabar wiha berdewam kir: “Tenê rojek ji bo tekoşîna li hember şîdetê hatiye diyar kirin lê divê jin her roj li hember hişmendiya desthilatdar a mêrsalar tekoşîn bike. Ez wek kesekê di nav qada hunerê de dibêjim ku di roja me ya îro de di vê qadê de pir caran mafê jinan tê binpêkirin. Di rewşekê ku qadeke herî zêde jinê tê de ked daye, herî zêde berhemên destê jinê di vê qadê de heye. Mixabin em di cîhanek wisa de jiyan dikin ku jin nikare xwedî li berhema destê xwe xwedî derbikeve, nikare derkeve ser dikaya hunerê û xwe di vê qadê de îfade bike.”


‘Di qada hunerê de jî şîdet heye’

Zozan Gabar bal kişande astengiyê li pêşiya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di qada hunerê de û wiha got: “Hêjî jin li Îran û Rojhilat nikarin wek solîstekê derkevin ser sehnê û stranan bibêjin. Jin nikare li gor ku mafê wê ye hunera xwe pêşkêş bike. Di vê rewşê de herî zêde pêwîstî bi şoreşkirinê heye. Em hemû hunermend li ku dibin bila bibin divê li hember vê yekê şoreşê di kesayeta xwe de çêbikin. Bêguman şoreşkirin bedelan dixwaze ji bo wê jî divê her hunermend li cihê ku lê dimîne, van bedelan bide ber çavê xwe û gavên wêrek ji bo şoreşkirinê bavêje.”

 

‘Zexta li ser raman jî şîdet e ’

Hunermend Zozan dazanîn ku tenê bi fedekariyê û ji xwe derbasbûnê jin dikarin dîroka çewt ya ku tu mafî ji jinan re nas nake, bide rawestandin yan jî sererast bike û wiha berdewam kir: “Li Îranê tenê li ser jinana şîdeta bi fîzîkî tineye, zexta li ser raman û fikirê mirovan jî bixwe şêwazekî şîdetê ye. Wek nimûne demek beriya niha çend jinên ku wênekêş bûn, rastî qedexeyan hatin yan jî hatin girtin, bi behaneya ku li dijî rejîmê ne. Yan jî jinek şanoger ku hemû salên xwe daye vê hunerê ji ber ku li gor daxwazên rejîmê tevnegeriyaye, rastî qedexeyan tê..”

Hunermend Zozan Gabara di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser tekoşîna jina Kurd û wiha got: “Me wek jinên Rojhilata Navîn îspat kiriye ku em dikarin pêşengtiya şoreşê bikin. Ya herî ber bi çav tekoşîna jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye. Ger jin ji xwe bawer be û bikare xwe baş rêxistin bike tişta ku nekare bike, nîne, dîrokê ev îspat kiriye. Jinên Gerîla û şervan rastiya ber bi çav a vê tekoşînê ne.” ­­­


 ROJNEWS/QENDÎL