Mîhreban Tûfîq jinek werzîşvan e û rûniştvanê bajarokê Derbendîxan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye. Niha temenê wê 32 sal in û endama tîma Şaxewan ya Derbendîxanê ye. Mîhreban yekemîn jine ku li navçeyê Derbendîxanê di piraniya lîstokên futbolê de tê dîtin û gelek caran xelat wergirtine.

Mîhreban Tûfîq der barê kar û xebatên xwe de axivî û got: "Di piraniya lîstokên dewreya yekem û dewereyên bi hêz  yên Derbendîxan, hinek bajar û navçeyên din yên Kurdistanê de gelek caran ez tenê weke jin di lîstokên di navbera du tîman de dilîzim. Ev jî xeyalek ya min bû ku bibin lîstokvanek baş û min ji zarokatî de ji bo vê yekê hewldan kiriye. Ezê berdewam jî bikim heta ku ez serkeftinên mezin bi dest tînim."

 

Divê jin ji malan derkevin

Mîhreban Tûfîq di tevlîbûna xwe ya wek jin bi tenê di  piraniya lîstokên futbolê di nava tîmêm mêran yên Derbendîxanê de jî got: "Ez dixwazim vê yekê ji civakê re nîşan bidim ku jin jî di werzîşê de jêhatî ne. Pêwîst e hun hemû jinan ji malan derxînin û bînin nava qadên lîstikan. Ji ber ku werzîş ne tenê milkê zilame. Ya jinane jî. Ez ji hemû jinan dixwazim ku wê zihnîyetê bişkinin."

Mîhreban Tûfîq di dawiya axaftina xwe de jî got: "Ez hewl didim  weke xwe rêjeya jinan di nava stadyoman de zêde bikim. Min ji xizmên xwe destpê kiriye. Heta astekê berdewam kirin lê xwe paşve vekişindin. Ez niha jî hewl didim ku jinên Derbendîxanê bînim nava stadyoman û weke mêran beşdar bibin. Pêwîste ev jî neyê ji bîr kirin ku li Derbendîxanê du salonên perwedeya bedenê hene û Timên voleybul û basketbolê jî hene û asta wan gelek başe. Lê weke ku tê ditin di wir jî ji bo beşdarbûna jinan astengî heye."



HAWRÊ KIRÊKAR/ROJNEWS DERBENDÎXAN