Komxebata Platforma Zimanê Kurdî di navbera 10-11´ê cotmehê de li Amedê pêk hat. Nûnerên partiyên siyasî, nivîskar, zimanzan û parlamenterên HDP’î di komxebatê de cih girtin û ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê 3 komên xebatê ava kirin. Platformê ji bo li malê, li kuçeyan û hemû qadên jiyanê bi Kurdî bê axaftin, kampanyayek da destpêkirin. Siyasetvan, parêzer û nivîskarên di Platforma Zimanê Kurdî de destnîşan kir ku ji bo axaftin, nivîsandin û xwendina bi Kurdî ew ê ewilî hewl bidin di vî warî de gelê Kurd serwext bikin.

Polîtîkayên asîmlasiyonê

   

Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî got, “Peymanên ku Tirkiye aliyê wan e hene. Tirkiye divê li gorî van peymanan tev bigere. Peymana Mafên zarokan, mafên neteweyî, mafên hindikahiyan, UNESCO hene. Kampanya vê mijarê wê têxe rojevê û wê di warê hiqûqî de tev bigere.”

Nivîskar Ahmet Kanî jî anî ziman ku divê partiyên Kurd serî li Konseya Ewrûpayê bidin. Ji ber ku polîtîkayên asîmlasiyonê ên li dijî Kurdî veguheriye otoasîmlasiyonê.

Astegî divê bên rakirin

   

Nivîskar Îrfan  Babaoglû jî, anî ziman ku ji bo astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin, divê polîtîkayên asîmalsyonê yên Tirkiyeyê li meydana navneteweyî bên teşhîrkirin. n  MA/AMED