Navenda Metro û beşek rojnamevanên Silêmanî bi daxuyaniyekê hemû rojnamevanên hatine qetilkirin bibîr anîn û diyar kir ku divê kujerên rojnamevanan bên cezakirin. 

Navenda Metro ya ji bo parastina mafê rojnamevanan û Rêxistina CDO bi armanca bi dawîbûna kuştin û şideta li dijî rojnamevanan, li ber navenda Rêxistina CDO ya bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniya çapemeniyê de nûnerê Rêxistina CDO Zana Mihemed peyama rêxistina xwe xwend û got; “Bi taybetî ew xemsariya desthilatê ya li hemberî sûcên li dijî rojnamevanan, nayê qebûlkirin. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî jî bi erka xwe rabin.”

Di heman daxuyaniya çapemeniyê de Cigirê Rêveberê Navenda Metro Diyarî Mihemed jî axivî û got; “Em di demekê de vê çalakiyê dikin ku li Iraq û Kurdistanê êrîşa dijî nûçegihanan tê kirin. Weke mînak êrîşkirina ser qenalên çapemeniyê û Ajansa RojNews. Em ê çalakiyên şermezarkirina ew sûccên ku Heşdî Şebî û hêzên Iraqî kirine dewam bikin. Em ê hemû cîhanê jê agahdar bikin.” 


SILÊMANÎ