Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate diyar kirin; “Em wekî Yekîtiya Ciwanên Kurd bang li hemû tevgerên siyasî yên Kurdî dikin ku derbarê van planên qirêj de haydar binû ji bo çarenûsa Kurdên Rojavayê Kurdistanê vê derfeta dîrokî ji dest xwe bernedin. Divê hemû alî bi yek deng, yek şand û bi nêrîneke stratejîk beşdarî civîna Cenevre-2 bibin.”
Di dawiya daxuyaniyê wiha bidawî bû; “Ji ber vê yekê divê tevgerên siyasî yên Kurdî ji bo nûnertiya gelê Kurd û rojavayê Kurdistanê di kongreyê de were kirin, bi awayekî lezgîn divê şandeke hevbeş were amadekirin. Eger her aliyek serbixwe yan jî di nava tevgerên din de biçin kongireyê û tenê pêşniyarên biyaniyan erê bikin baştir e neçin.”
NAVENDA NÛÇEYAN