NACÎ KAYA / MA/STENBOL
Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût li ser kuştina Qasim Silêmanî axivî û got: “Divê kurd li gorî geşedanan her îhtîmalê baş binirxînin, bi pêngavên nerm û stratejîk polîtîkayan bi pêş bixin.”
Bûlût, diyar kir ku dewlet û hêzên serwer, bi ser rêxistinên ku piştgiriya wan dikin li dijî hev şer dikin û wiha got: “Geşedanên ku demên dawîn pêk hatin nîşan didin ku ber bi şerê esaletê ve diçe. Wê rewş wiha berdewam bike? Ev ne diyar e. Şerên esaletî şerên micid in. Di şerên esaletî de dewlet hem bi rêxistinên ku piştgirî didin wan û hem jî ew bi xwe, bi ser komên ku ji xwe re dijmin dibînin ve diçin. “
Bûlût, destnîşan kir ku bi salan e planên Îsraîl û Erebistana Siûdî yên rasterast êrîşa Îranê heye û got: “Di vê planê de Amerîkayê qanih nakin. Bi bûyera Silêmanî derket holê ku bi sazîbûnî nîn be jî Amerîka di vê mijarê de hinek qanih bûye.”