Berpirsê Desteya Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar li Navenda Giştî ya YNK’ê ya Silêmaniyê têkildarî serdana şandeya YNK’ê ya ji berî çend rojan çûyî Bexda û mijarên di rojevê de ne civîna çapemeniyê li darxist û bersiva pirsên rojnamegaran da.
Mela Bextiyar bal kişand li ser serdana şandeya YNK’ê ya ji berî çend rojan çûyî Bexda û wiha ragihand: “Di vê demê cihê herî guncaw, em biçinê Bexdaye, ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Em dikarin li Bexda pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji ber ku em hîn li Bexdane. Ji berî her tiştî divê pirsgirêkên siyasî û aborî bên çareserkirin. Hemû daxwazên me yên li Bexda di rêya yasayî de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan bû. Da ku pirsgirêkên seranserî Herêma Kurdistanê bên çareser kirin.”
Bextiyar ragihand ku wan ji sefîrê Amerîka re û rayedarên Iraqê re ragehandine ku, nabe Iraq biçe nav ti hevpaymanekî navnetewî ya li dijî Kurdan û got: “Me ji hemû serok û rayedarên pêre hevdîtin kirine, got ku hêvî dikin ku Iraq nebe beşek ji hevkirinên li dijî gelê Kurd. Bi taybet Rojavayê Kurdistanê ku niha di şer deye. Me ji sefîrê Amerîka û yên cîhanê re jî got ku nabe qet biryarekê dijî daxwazên gelê Kurd bigrin.”
‘Bexda ji bo guftûgoyan amadeye’
Mela Bexiyar diyar kir ku Bexda amadeye derbarê dosyaya petrolê de bi Herêma Kurdistanê re dest bi goftûgoyan bike û got ku pêwîst e hemû aliyên siyasî yên Kurd pêkve û bi projeyekê biçin Bexdayê û dest bi goftûgoyan bikin.
Mele Bextiyar destnîşan kir ku wan ji Bexda daxwaz kirine ku mûçeyên mamosta û karmendên Herêma Kurdistanê bidinê û got ku wan ji soza goftûgoyê li ser mijarê dane. Mele Bextiyar ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên destûrî, siyasî û aborî, pêwîst e Kurd vegerin Bexdayê û got ku pêwîst e Kurd armancên xwe ji Bexdayê ve rabigihînin.
‘PYD’ê siyasetekî bi aqilane dimeşîne’
Mele Bextiyar bal kişand li ser bajarê Minbicê ku ji berî çend rojan ji aliyê şervanên Meclîsa Leşlerî ya Minbicê ve hate rizgarkirin û wiha got; “Weke YNK’ê li gorî me, tişta baş ew ku pirsgirêka Micbicê bi goftûgoyan were çareser kirin. Weke ya Hesekê ku dewleta Sûriyeyê bi YPG’ê re rûnişt û pirsgirêk çareser kir. Tişta balkêş ewe ku hikûmeta Sûriyeyê hîn maye û dewleta Tirk êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike.
Li gorî me siyaseta PYD’ê li Rojavayê Kurdistanê û Minbicê pir başe. Siyasetekî bi aqilane di meşîne. Beşdarî şerên navnetewî nekirine. Ji ber ku Amerîka di şerê dawî yê DAIŞ‘ê de ye û naxwazin pirsgirêkek mezin çê bikin.”
Mele Bextiyar bal kişand li ser postê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku niha di destê Tevgera Goran ye û got: “Me ji derveyî xwesteka Tevgera Goran ev post navê. Ji ber ku em naxwazin di navbera me û Tevgera Goran de ji nû ve pirsgirêk derkeve. Ji ber ku di navbera me de ji nû ve lihevkirin çêbûye.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ