Parlamenterê Partiya Keskan a Herêma Morbîhan a Fransayê Paûl Molac, pêşnûmeyeke pêşkêşî Wezîrên Karên Hundir û Pêşvebirinê yên Fransayê kir.

Molac di pêşnûmeya xwe de bal kişand ser polîtîkaya AKP’ê ya li hemberî gelê Kurd ê li Rojava û Bakurê Kurdistanê û ev tespît kir: “Tirkiye ji 13’ê Sibatê û vir ve pozîsyonên Kurd ên li rojavayê Til Ebyadê bomberdûman dike. Di nava vê demê de artêşa Tirk her wiha, ji nava sînorên xwe bombeyan li gundên Kurdan û çeperên YPG’ê yên li xeta Ezaz û Efrînê li gorî qaşo pîvanên xwe yên angajmanê dibarîne. Hêza YPG’ê hêza xweparastinê ya pêkhateya Kurd a li Sûriyeyê ye. Wezareta me ya Karên Derve, endîşeyên xwe yên ji ber bomberdûmana dewleta Tirk li xeta Bakurê Sûriyeyê û Helebê dike, ragihandibû û destnîşan kiribû ku divê ev êrîşên li hemberî herêma Kurdan bê sekinandin. Tevî ku Fransa û dewletên din ên navneteweyî di vî warî de bang kirin jî Tirkiyeyê diyar kir, ku ew ê bomberdûmana li hemberî Kurdan bidomîne.Hikûmeta Tirk, ji bo endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk PYD’ê li derveyî pêvajoya Cenevreyê bihêle, hemû hêza xwe bi kar anî.”


‘Rê li ber felaketeke însanî vekir’

Molac bal kişand ser êrîşên AKP’ê yên ji bo qirkirina Kurdan li Bakurê Kurdistanê dike û got, “Tirkiye ya ku di hemû hevdîtinên li qada navneteweyî de cih digire, bêyî ku ewlekariya mirovên sivîl li ber çavan bigire, ji bo kontrolkirina bajaran dest bi operasyoneke berfireh a leşkerî kir. Di van operasyonan de bi hezaran leşkeran cih girtin û rê li ber felaketeke însanî vekir. Li gorî Komeleyên Mafên Mirovan ên li Tirkiyeyê bi sedan mirovan di dema van operasyonan de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber qedexeyên dewleta Tirk, zêdeyî 200 hezar Kurd neçar man bajarên xwe biterikînin.”


Banga alîkariya lezgîn

Parlamenterê Partiya Keskan Paûl Molac di dawiya pêşnûmeya xwe de got, “Pozîsyona Fransayê ya li pêşberî vê tevgera Tirkan, cihê lêpirsînê ye. Gelê Kurd hem rastî zexta DAIŞ’ê, hem jî rastî zexta artêşa Tirk tên. Lewma pêwîstiya gelê Kurd bi alîkariya lezgîn a Fransa û Yekîtiya Ewropayê heye.” 


 ANF/MORBÎHAN