Akademîsyen, çavdêrên siyasî û rûspiyên Kerkûkê têkildarî xebatên yekîtiya neteweyî de axivîn. Kerkûkiyan dest nîşan kir ku bi yekîtiyê Kurd wê bikaribin gefên li ser gelê Kurd û Kurdistanê bê bandor bikin. Serokê Beşa Zanistên Siyasî yê Zanîngeha Kerkûkê  Dr. Ednan Zengene got, li dinyayê bayekî guherînê heye, bi pirsa, 'Kurd li dijî vî bayî wê çi bikin?' dest bi axaftina xwe kir û got: "Li dinyayê bayekî xurt ê guherînê heye. Cografyaya ku ba lê herî xurt e Rojhilata Navîn e ku Kurdistan jî lê ye. Li pêşberî vî bayî Kurd wê çi bikin? Pirsa sereke ev e. Ji bo ku Kurd û Kurdistan careke din parçe nebin yekîtiya neteweyî pir girîng e. Kurd li dijî planên nû yên li ser herêmê divê bibin yek. Kurd divê hêza xwe û dengê xwe bikin yek û deng derxînin."


Bi mîsyoneke hevbeş rabin

Zengene diyar kir ku divê KNK bi mîsyoneke ji partiyan wêdetir rabe û got: "Xebatên Yekîtiya Neteweyî ya ku KNK’ê dayî destpêkirin, hem ji bo têkiliyên navxweyî yên parçeyan û hem jî ji bo têkiliyên di navbera parçeyan de girîng e. Li vir divê mekanîzmeyeke wiha derkeve holê ku xwedî hêzeke wiha be ku bikaribe tiştan bide kirin û her wiha ji hemû partiyên siyasî xurtir be. Li şûna ku li ber siha partiyên siyasî bimîne, divê bibe xwedî hêzeke ji ya partiyên siyasî wêdetir. Bi ya min heke di van xebatên yekîtiya neteweyî de biryar li ser hin rêgezan were dayin ku her kes neçar bimîne li gor van biryaran biçe, gelê Kurd wê sûdeke mezin jê werbigire.’’



Divê bibe rista hakem

Çavdêrê siyasî Ebdurrahman Xelîf jî li ser meseleyê axivî. Xelîf dest nîşan kir ku kongreya neteweyî ya bi karekterê demokratîk ku bi tevlêbûna çar parçeyan pêk hatiye, dikare di navbera hêzên siyasî yên Kurd de bi rista hakem rabe û got: "Yekîtiya neteweyî ya Kurd an jî kongreya Kurd di navbera partiyên siyasî yên Kurd divê bi rista hakem rabe. Divê bibe navendeke wiha ku dema di navbera partiyên siyasî yên Kurd re arîşe çêbûn, serî li wê bidin.

Divê xwedî taybetmendiyeke wiha be ku kes nikaribe li dij derkeve û xwedî wê hêzê be ku bikaribe tiştan bide kirin. Mînak serokê parlamentoya Kurdistanê li cihekî kontrolê dikare wer sekinandin û li gor daxwaza partiyekê destûr nayê dayin ku biçe paytextê. Ev kirinên partiyên siyasî ne. Divê ev mantiq biguhere. Tenê bi yekîtiya neteweyî em dikarin heq ji van arîşeyan derkevin."


Bi aqilê hevpar û demokratîk

Çavdêrê siyasî Sîrwan Mistefa jî got serdema ku ew tê de ne ne dema yek partiyan e û dema kolektîvîzmê ye û wiha domand: "Pir zehmet e ku partiyeke siyasî bibe nûner û berdevkê hemû Kurdan. Serdema me êdî ne serdema yek partiyê ye, serdema kolektîvîzmê ye. Raman, paradîgmayên cihê divê xizmetê ji gel re bikin. Kongra neteweyî ya Kurd jî dikare bi risteke wiha rabe û dikare ji bo çar parçeyên Kurdistanê projeyeke bi bi aqilê hevpar û tevlêbûna demokratîk diyar bike."


Pirsgirêkên Kurdan bi kongreyê wê çareser bibin

Endame Rêxistina Hawirdorê ya Kurdistana Kesk Şikufe Mihemed Ûbeyd jî diyar kir ku her parçeyekî Kurdistanê pirsgirêkeke xwe heye û dest nîşan kir ku çareserî bi yekîtiya neteweyî dibe. Ûbeyd got, "Dema mirov bala xwe didin ser şer û krîzên li herêma me, hingî vî karê tê kirin gelekî hêja dibînin. Berê jî karekî bi heman rengî hatibû kirin. Gaveke girîng e ku ev yek niha dikeve meriyetê. Li her çar parçeyên Kurdistanê xeterî heye. Êrîşên dewleta Tirk ên li xaka Başûrê Kurdistanê, hewldanên êrîşa li dijî Efrînê, polîtîkaya darvekirin û kuştinê ya dewleta Îranê li hemberî gelê me yê li Rojhilat, pêvajoya referandûmê ya li Başûrê Kurdistanê û gelek pirsgirêkên din ên mîna van hene. Çareseriya van pirsgirêkan bi yekîtiyê dibe. Hêvîdarim wê encameke serketî derkeve holê."


Li dijî êrîşên Tirkan xweparastin e

Hevserokê Şaxê Kerkûkê yê Tevgera Azadî Newzad Bekir jî diyar kir, yekîtiya neteweyî projeyeke Kurdan e ku heta niha nekarîne bi ser bixînin û wezîfeyeke dîrokî ye ku li ber wan e. Bekir got, "Yekîtiya neteweyî ji bo çar parçeyên Kurdistanê wezîfeyeke dîrokî ye. Li her parçeyekî Kurdistanê ji aliyê siyasî, aborî, civakî û leşkerî ve hin pirsgirêk hene. Tevî vê yekê, xeteriya li ser Kurdan mezin dibe. Hêzên herêmî û navneteweyî, bi taybetî dewleta Tirk gefan li Kurdan dixwin. Dema mirov van xeterî û gefan didin pêş çavên xwe, hingî dibînin ku kongreya neteweyî yekane rêya pêşîgirtina li van gef û xeteriyan e. Em çiqasî bi xurtî bibin yek, em ê karibin bi hêsanî pêşî li xeteriyan bigirin."


RÊBAZ HESEN/ANF/KERKÛK




PJAK ji Kongreyê re amade ye 


Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn bal kişand ser rola partiyên siyasî û rêxistinên Kurdan û got, pêwîst e civak partiyên siyasî neçar bihêle ku bibin yek. Vejîn diyar kir ku ew ji bo hemû xebatên lidarxistina kongreya neteweyî amade ne.

Vejîn da xuyakirin ev xebat gelekî girîng in û got, "Berî niha bi çend salan jî karekî dûr û dirêj hatibû kirin. Kombûn û civîneke berfireh çêbûbû. Lê belê hinek partiyen siyasî li ser vê meselê ji ber ku hevdu negirtin û li ser kûrahiya wê nesekinîn, ji ber ku berpirsyariyeke giştî derneket holê, encama dihate xwestin, bi dest neket. Bi sedan salan doza Kurd heye. Divê ev yek biçe serî û rêbaza wê jî yekîtiya neteweyî ye."

Vejîn bibîr xist, ku KNK'ê di vê çarçoveyê de hevdîtin bi wan re kiriye, li ser mijarê ew axivîne û got, "Weke PJAK'ê me piştevaniya xwe ji bo kongreya neteweyî diyar kir. Em jî amade ne ku bi her awayî tevlî karê ji bo lidarketina kongreya neteweyî bibin. Merheleya yekemîn niha dest pê kiriye."


Xizmeta yekîtiya Kurdan e

Vejîn dest nîşan kir ku esasê vî karî civak bi xwe ye û wiha pê de çû: "Beşa esasî ku karibe hemû partiyan bîne cem hev û bingeha wê deyne, civak bi xwe ye. Pêwîst e em civakê amade bikin. Lê civak jî pêwîst e hemû partiyan û rexistinan bîne gel hev. Neçar bike ku li gel kongreya neteweyî cih bigirin, li ser vê esasê yekîtiyê ava bikin.”


Her alî divê bi erka xwe rabe

Vejîn ragihand, divê hemû partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi berpirsyariya xwe rabin û di dawiyê de got, "Weke PJAK'ê em ê li hemberî hemû pirsgirêkên li pêşiya yekîtiya neteweyî asteng in têbikoin. Divê em encameke erênî bi dest bixin, nakokiyên heyî çareser bikin û dawî li parçebûna xwe bînin. Di vê nuqteyê de weke PJAK jî me hevdîtînek bi KNK'ê re pêk anîn. Gotinên me di wê hevdîtinê de anîn ziman, ji bo me heta dawiyê derbasdar e."