Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, biryara Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ya Tirkiye xistina bin kontrola siyasî nirxand. Merkel, da zanîn ku divê divê Tirkiye nirxandina Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê li ber çavan bigire. Merkel, diyar kir ku geşedanên hefteya dawî bandorek mezin li ser têkiliyên Almanya û YE yên bi Tirkiyeyê re kir û wiha got: “YE dê bertekên Tirkiyeyê yên li dijî rapora AGÎT’ê ji nêz ve bişopîne. Divê Tirkiye bersiv bide vê rapor û çavdêriyên rexneker.” Merkel, di dawî de got ku wekî welatên YE’yê ew ê di 29’ê Nîsanê de bi Tirkiyeyê re hevdîtinekê pêk bînin. 


 BERLÎN