Li navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyala, Koma parastina Navçeyên Derveyî Herêma Kurdistanê, bi armanca vegerîna navçeya Xaneqîn, bajarokên Mendelî, Şaredêkanî, Gulale û Seîdiye vegerin ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku amadekariyên xwepêşandanê dikin. Endamê Koma Parastina Navçeyên Derveyî Herêma Kuristanê Emîn Elî têkildarî mijarê axivî û got; “ Me weke nûnertiya ciwan û xortên hizbên Kurdistanî û ciwanên serbixwe li navçeya Xaneqîn Koma Parastina Navçeyên Kurdistanê yên derveyî Herêma Kurdistanê ava kir.”
Armanc madeya 140‘î ye
Emîn Elî ragihand ku bi amadebûna nûnerên tevahî aliyên siyasî û dengê giştî wan biryar daye ku di demeke nêzîk de li Xaneqînê xwepêşandana girseyî li dar bixin û wiha pê de çû: “Armanc jî vegera navçeya Xaneqîn û deverên din ên li ser madeya 140’î ji bo vegerin ser Herêma Kurdistanê ye.
Me wek welatî nabînin
Xelkê navçeyên li ser madeya 140 ji siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê û desthilatê gelek nerazî ne. Ji ber piştî 2003’ê heya îro navçeyên me paşguh kirine. Welatiyên sînorê Xaneqînê weke welatiyên rêza duyem de binav kirine. Belê me weke erkekî nîştîmanî yê xwe, ji bo Xaneqîn, Mendelî, Gulale û Seidiye vegerin ser Herêma Kurdistanê, xebatek wiha dimeşînin.”
Herî dawî Emîn Elî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo ev daxwazên wan bên pêkanîn wê di demeke nêz de xwepêşandaneke girseyî li dar bixin û banga piştgiriyê ji bo xwepêşandanê kir.
ZEYNEB ERKEWAZÎ / ROJNEWS / XANEQÎN