Kakabavey diyar kir ku hikûmeta Swêdê di şûna parastina demkorasî û mafên mirovan de polîtîkaye li ser bingeha berjewendiyê Swêdê şopandiye, hin reformên li Tirkiyê nepixandiye, êrîşên li hemberî azadiya ramanê yên li Tirkiyê û girtina zêdeyî 10 hezar siyasetmedar û rewşenbîran, ji nedîtî ve hatiye.
Divê astengî werin rakirin
Kakabavey anî ziman ku pêvajo ji ber gavneavêtina AKP'ê xetimiye û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina vê xetimandinê divê aliyekî sêyemîn, Neteweyên Yekbûyî di hevdîtinan de cih bigire.
Kakabaveh der heqê destekdayîna hikûmeta AKP'ê ji bo çeteyên El Nûsra û lêkirina dîwaran di nava Kurdistanê de ev tişt got: "AKP li aliyekî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê hevdîtinan dike, lê li aliyê din bi rêya komê terorîst êrîşî Kurdên li Rojava û PYD'ê dike. PYD berjewendiyên gelê Kurd diparêze. Ev nakokiyeke. Eger Tirkiye hînê piştgiriyê dide van koman, hingî gora xwe dikole. "
Kakabaveh da xuyakirin girtina sînor û ambargoya li hemberî Rojava ya ji aliyê Barzanî ve tê meşandin, bi ti awayî nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku Barzanî û rêveberiya Başûrê Kurdistanê oportunîst in, ne li berjewendiyên gelê Kurd li berjewendiyên xwe difikire.
Kakabaveh got, "Nebaşiya wan li Rojava kirin, rejîmên Îran, Sûriye û Tirkiyê nekirin. Dema wan şer dikirin û diviyabû bireviyan, rejîma Îranê çûyîna Barzanî ya Îranê asteng nekir. Barzanî û Rêveberiya Iraqa Başûr parçeyek ji aboriya bazirganiya serbest a Iraq û Tirkiyê ne. Di şûna ku li xwişk û birayên xwe yên li parçeyên din bifikire ji bo hatineyên petrolê û berjewendiyên xwe bi desthilatdariya AKP'ê re hevkariyê dike."
STOCKHOLM