Di vê çarçoveyê de endamê Civata Tevgera Gorran Nizar Mehmûd got; "Lihevkirina di navbera me û YNK'ê de wisan kir ku PDK hest bi tengbûnê  bike û PDK ji bo bala xelkê bikişîne ser xwe mijara referandûmê biêxe rojevê.  PDK nedixwaze referandumê bike û ne jî dikare bike. Ji ber ku bi giştî welatî û alî ji rewşê agahdar in û dizanin ku di kîjan rewşê û demê de referandûm tê kirin." 

Nizar Mehmûd di dewama axaftina xwe de got; "Pêwîst e welatî û aliyên siyasî ji van du rêyan yekê bipejirînin,  yan  rêveberiyeke binemalî wê hebe, yan jî sîstemeke demokratîk li Herêma Kurdistanê wê pêk were."

 

'Pêşî aktîfkirina parlamentoyê'

Endamê Polîtburoyê û parlamenterê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Dr. Şiwan Qeledizeyî jî li ser mijarê got; "Her aliyekî siyasî bixwaze kar ji bo xweseriya  Herêma Kurdistanê bike û biêxe rojevê, divê destpêkê kar ji bo aktîfkirina parlamentoyê û hikûmetê bike. Ji derveyî vê hewldanên wê qet wê girîng nebin. Ji derveyî axaftinê tiştek din nîne. Ji ber ku nabe ku di nava malbatekê de pirsgirêk hebe û serokê malbatê biçe ji bo çareserkirina pirsgirêkên malbateke din kar bike. Karekî ne yasayî ye behsa referandumê bike, di demekê de ku deriyê parlamentoyê hatî daxistin û wezîr şandin malê. Ji ber vê yekê divê ev kesên ku xwe bi dilsozên vî welatî dibînin dev ji siyaseta xwe ya planên tolstandinê berdin. Rewşa welatiyan baş bikin, ambargoya aborî ya danîne li ser welatiyan rakin. Piştre dikarin bi yekdengî ligel aliyên din ên Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê behsa referandûmê bikin." 


 ROJNEWS / HEWLÊR