Endamê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran Saman Ebdullah ragihand ku heya Parlamentoya Herêma Kurdistanê neyê aktivkirina ev rewş nayê guhertin.
Şandekî PDK’ê dibin serokatiya Berpirsê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî de nêzî mehekê ji bo çareserkirina rewşa Hêrêma Kurdistanê serdana partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike. Biryare ku roja 19’ê Kanûnê cuda li gel YNK’ê û Tevgera Goran bi civin.
Têkildarî mijarê Endamê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran Saman Ebdullah ji ajansa me re axivî û got; “Wê sibê Tevgera Goran şandekî pêk bîne ji bo guftûgo kirina li gel şanda PDK’ê. Wê Tevgera Goran li ser binemayên çareseriyê bisekîne. Ji bo ku projeyên şanda PDK’ê yên ji bo çareseriyê çîne em bizanin.”
Di dawiya axaftina xwe de Goran Saman Ebdullah got; “Bêguman em ji PDK’ê re dibêjin heya Parlamento neyê aktîv kirin rewş nayê gûhertin.”
Hêjayî gotinê ye ku ji 12’ê Cotmeha 2015’an ve ji aliyê PDK’ê ve rê li Serokê Parlamentoya Hêrêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed tê girtin ji ber wê jî, peywendiyên di navbera partiyan de xirab bûye û heya niha ne hatiye çareserkirin.
HEWLÊR