• Cemîl Bayik diyar kir ku ew yekîtiya Kurdan pîroz dibînin û got, divê PDK meseleya Zînî Wertê paşve nexe, di zûtirîn demê de dawî li vê aloziyê bîne û her hêz vekişin pozîsyona xwe ya berê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser mijarên di rojevê de bersiv da pirsên Stêrk TV. Bayik di nava axaftinên xwe de diyar kir ku ji bo Kurd mîna di dema Şerê Cîhanê yê 1’emîn de careke din winda nekin Rêber Abdullah Ocalan xwestiye yekîtiya neteweyî pêk were û got, ”Rêber Apo di meseleya Zînî Wertê de metirsiyeke mezin dît. Lewma hişyar kir û bi vî rengî wezîfeya xwe ya neteweyî û dîrokî pêk anî. Diyar kir ku divê di navbera Kurdan de şer neqewime, Kurd li dijî dijmin têbikoşin, yekîtiya xwe, kongreya xwe pêk bînin, hêzên xwe yên leşkerî di bin banê fermandariyekê de bikin yek. Di serî de me divê partiyên ji bo Kurdan têdikoşin hemû vê yekê bibînin û fêhm bikin.”

Hin beş ji axaftina Bayik weha ne:

“Rêber Apo dibêje ‘Ji bo Kurdan firsendeke dîrokî çêbûye û him jî xetere heye. Ez naxwazim Kurd wekî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de têk biçin. Ji bo ku têk neçin divê yekîtiya xwe ava bikin. Heke yekîtiya xwe ava nekin wê dîsa têk biçin. Belkî ev têkçûna wan dijwartir be ku careke din nikaribin ser pêyan jî bimînin. Heke yekîtiya xwe çêkin wê bi ser bikevin wê gelên herêmê jî bi ser bikevin.’ Dixwaz vê bi Kurdan bide fêhmkirin; qaweta te ya mezin yekîtiya te ye, ji vê mezintir qaweteke te tune. Heke tu xwe ji vê qawetê mehrûm bihêlî tu yê têk biçî. Ji ber vê divê tu têk neçî. Rêber Apo ji bo vê têdikoşî. Di şertên Îmraliyê de vî tiştî dide pêş hemû kesan.

Aloziya li Zînî Wertê bi dawî nebûye

“Dema ku DAÎŞ’ê êrişî Başûrê Kurdistanê kir û êrişî Şengalê kir û êrişî Hewlêrê kir, gerîla çû Mexmûrê jî çû Şengalê jî çû Kerkûkê jî û Başûrê Kurdistanê parastin. Rêber Apo got, em jî dibêjin li ku derê dibe bila bibe, li dijî gelê Kurd xetereyek çêbibe, em li dijî wê xetereyê têdikoşin. Ev peywira me ya dîrokî û neteweyî ye.

Di meseleya Zînî Wertê de Rêber Apo xetereyeke mezin dît. Ji ber wê hişyariyek kir…

Divê li Zînî Wertê şer çênebe, em şerê di navbera Kurdan de qebûl nakin, divê yekîtiya gelê Kurd pêk were. KNK ji hemû kesan re û ji me re jî nameyek şand. Li Danîmarkayê dostên Kurdan nameyek ji me re û ji PDK’ê re şandin û diyar kirin ku ji ber pirsgirêkên di navbera Kurdan de em ne aram in, divê hûn yekîtiyê ji xwe re bikin bingeh. Ne bi tenê gelê me, dostên gelê me jî şer naxwazin. Divê Kurd vî tiştî bibînin… PDK divê meseleya Zînî Wertê taloq neke, bi derengî nexîne. Di meseleya Zînî Wertê de aloziya heyî hê ji holê ranebûye. Ev tişt wê çawa bidome, mirov baş nizane. Wê kîjan wextê di navbera Kurdan de wê şerek çêbibe, ne diyar e. Divê ev alozî roj berî rojekê bi dawî bibe. Heqê me tuneye ku em gelê Kurd têxin nav aloziyan. Daxwaz jî ev e ku divê ew hêz xwe ji wê derê vekişînin. Divê vegere pozîsyona berê, her hêzek biçe cihê xwe. Yên ji bo Kurdan têdikoşin divê vî tiştî ji xwe re bikin esas. Em ne li dijî kesekî ne û naxwazin bibin asteng. Em naxwazin ew jî li pêşiya yên din bibin asteng. Em naxwazin kes, sazî û partiyeke Kurd daxwazên dijmin pêk bîne û zemînê ji dijmin re ava bikin.

 

ANF/BEHDÎNAN