Berwarî ji RojNews re axivî û got: “Nakokiyên di navbera PDK û PKK’ê û daxuyaniyên li dijî hevdu xizmeta pirsgirêka neteweyî nake. Ev yek plana dijmin e û dixwazin vê plana xwe pêk bînin.”

Berwarî dazanîn ku dewletên dagirker dixwazin bi şerê navxweyî Kurdan lawaz bikin û wiha peyivî: “Bi taybetî dewleta Tirkiyê dixwaze di navbera PDK û PKK’ê de nakokî û pirsgirêkan derxe û pozisyona xwe bi vî awayî bihêz bike. Divê PDK ne nêzî AKP’ê xwe nêzî tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd bike. Ji ber ku çarenûsa PDK´ê û AKP’ê bi hev re nehatiye girêdan.”

Endamê KNK’ê Kamuran Berwarî bal kişand ser egera beşdarbûna hêzên Kurdî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de jî û got: “Wek KNK, bi beşdarbûna hêzên HPG û YPG’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Başûrê Kurdistanê û beşdariya pêşmergeyan di şerê Kobanê de em serbilind in. Bi qasî wê jî em bi beşdarbûna hêzên Kurdî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de jî şanaziyê dikin.” 


 HEWLÊR