Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna koma BDP'ê ya li meclisê de li ser biryara tezkere, polîtîkayên Tirkiye yên li hemberî Suriyê, tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 9'ê Cotmehê nirxandin kir. Demîrtaş, axaftina Serokwezîr Erdogan a koma AKP'ê şermezar kir û anî ziman ku serokwezîr Erdogan 45 deqiqeyan ji bilî şer qet behsa aştiyê nekir. Demîrtaş, diyar ku wan bi hest û heviyên ku pirsgirêk bi aştî û wijdanî çarser bibe têkevin ketin meclisê dikir, lê meclisê bi biryarên tezkere û şer dest pê kir.
Demîrtaş, bal kişand ser gotina fîlozofê Alman Albert Einstein a "Di heman demê de şer û aştî çênebe" û wiha berdewam kir: "Heyecan û coşa Erdogan a şer di lez û beziya biryara tezkerê de xuya dibe. Raste li Sûriyeyê welatiyên sivîl ji aliyê rejîma Esad ve tên qetilkirin. Tu mirov divê vê yekê qebûl nekin. Em nikarin li hemberî vê yekê rûnên û temaşe bikin."

AKP têk çûye 

Demîrtaş, bibîrxist ku Erdogan ji avakirina Herêma Federal a Kurdistanê aciz dibe û ji ber vê yekê me wekî alîgirê Esad bi nav dike. Demîrtaş, da zanîn ku serokwezîr û hikûmeta AKP'ê di nava polîtîkayên derve de têk çûye û xetimiye. Demîrtaş, diyar kir ku kesên dixwazin Tirkiyeyê têxin nava şer biryara tezkereyê dane û rê li pêşiya şerê pêşerojê vekirine. Demîrtaş, pirsa ma welatiyên Hatay, Edene, Dîlok, Rihê bi rastî ji şerre amade ne?
Demîrtaş, anî ziman ku ew hem li hemberî polîtîkayên Erdogan in û hem jî li hemberî polîtîkayên Esad'in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Erdogan li Roboskê komkujî pêk anî. Esad jî li Helebê li dijî welatiyên xwe komkujî pêk anîn. Feraseta herduyan jî yek e. Em li dijî polîtikayên herduyan in. Şerê ku pêk bê dê hemû welatiyên Tirkiyeyê têxe bin bandorê. Dê welatiyên Trabzonê, Edîrneyê û pêşeroja 72 welatiyên Tirkiyeyê reş bike.”

Daxwaza zimanê zikmakî 

Demîrtaş, destnîşan kir ku gelê Kurd û Tirk aştiyê û muzakereyê dixwazin. Ji sedî 98'an li hundir û derve aştiyê dixwaze lê serokwezîr bi tena serê xwe nikare şer bixwaze û mafê wî tune ye. Demîrtaş, helwesta serokwezîr a li hemberî perwerdehiya zimanî Kurdî şermezar kir û wiha got: "Erdogan mînaka perwerdehiya Tirkî ya li Almanyayê dide û perwerdehiya Kurdî ya li Tirkiyeyê red dike.”
Demîrtaş, li ser rapora pêşketina Tirkiyeyê ya YE'ê jî rexne kir û wiha got: "Wezîrê berpirsiyarê Yekîtiya Ewropayê dibêje rapora Tirkiyeyê me eleqeder nake. Raste bi hezaran siyasetmedar girtî ne, 92 rojnameger girtî ne, Kurd nikarin bi zimanî zikmakî parastin bikin. 3 sal in bi hezaran siyasetmedar bê lêpirsîn û darizandin tên girtin û nikarin biparêzin. Me ji bo siyasetmedar karibin bi zimanê xwe yê zikmakî parastinê bikin daxwazname da. Lê hikûmetê ev daxwaza me red kir."
Hevserokê BDP’ê Demîrtaş, anî ziman ku ger Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan serbest bê berdan dê destê Tirkiye yê hundir û derve xurt bibe û wiha berdewam kir: "Bi milyonan Kurd li hundir û derve dibêjin Ocalan azad bikin û serbest berdin. Niha li Tirkiyeyê 278 girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan û azadiya Ocalan ketine greva birçîbûnê. Ne ji bo tasek xwarin û tiştekî din. Li dijî şer û azadiya Ocalan ketine grevê. Divê peyama girtiyên siyasî yên ketine greva birçîbûnê baş bê famkirin. Ez çalakiya wan a wêrek û watedar slav dikim. Ez dixwazim her kes çalakiya girtiyan baş fam bike û piştgiriyê bidin wan." 

DÎHA/ENQERE