DÎLAN AKDOGAN / SAARBRUCKEN

Li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê, krîmînalîzekirina KUrdan bi destê dewleta Elman bi hilgirtina sembolên qedexe hat protestokirin.

Şahiya Newrozê ya pêr êvarê a li ber Europa Galeriya Saarbruckenê, bi beşdariya bi sedan kesî û bi coş çêbû. Rêxistinên Civaka Sivîl ên elman û siyasetvanan jî elaqe nîşanî şahiyê da. Nûnerên Aktion Dritte Welt Saar û Saziya Penaberan a Saarlandê ji bo ku balê bikişînin ser krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê, pankarteke sembolên qedexekirî li ser hilgirtin. Tevî hewldana astengkirinê û gefa cezakirinê ya polîsan jî, ev pankart vekirî hat hilgirtin.

Rêveberê Aktion Dritte Welt Saar, Gertrud Selzer got, “Armanca me ew e ku em nexasim di nava civaka Elman de hestiyariyekê ava bikin û destekê bidin têkoşîna Kurdan. Reaksiyon bi pirranî erênî ne. Xelk bi me re hemfikr e ku divê qedexeya PKK´ê bê betalkirin. Ji bo ku qedexe bi dawî bibe wê çalakiyên me dewam bikin.”

Prof. Dr. Bierbaum jî pankart hilgirt

Di nava kesên ku pankarta sembolên qedexe li serê hilgirtî de, parlamenterê eyaleta Saarlandê yê Die Linkeyê Profesor Dr. Heinz Bierbaum jî hebû. Li ser mijarê wî got, “Yek ji berpirsên faşîzm û zexta li Tirkiyeyê jî hikûmeta Elman e. Bi bazirganiya sîlehan a bi Tirkiyeyê re vê piştgiriya xwe nîşan dide. Em li dijî tîcareta sîlehan in û pişta Tevgera Azadiya Kurd digirin. Êdî dem hatiye, li çûna em li cem Tirkiyeyê bin, divê em li cem gelê Kurd bin ku têkoşîneke rewa ya azadî û wekheviyê dike. Li cem gelê Kurd cihgirtin jî bi betalkirina qedexeya li dijî PKK´ê dest pê dike.”

Hevserokê NCDK a Saarbruckenê Dexîl Ibrahîm jî berxwedana grevên birçîbûnê silav kir û got, ev meş wê bi serketinê bi encam bibe.”

Piştî meşa bi meşale jî agirê Newrozê li ber çem hat pêxistin û li dora wê govend hat gerandin.