
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û derbarê mijarên di rojevê de nirxandinên girîng kirin. Karayilan di bernameya ku beriya eşkerekirina deklerasyona ji aliyê KCK´ê ve hat eşkerekirin de diyar kir ku divê hikûmeta AKP'ê gav biavêje û got, "Di Newroza par de Rêber Apo bi deklarasyoneke dîrokî pêvajoyeke nû îlan kir. Pêvajoya çareseriyê di nava xwe de bi sê qonaxan hat diyarkirin. Tiştên dikeve ser milên me, me pêk anîn. Lê belê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê bi vê berpirsyarî ranebûn. Ji ber vê yekê ye pêvajo hînê di qonaxa yekemîn de ye. Yanî tevî ku qonaxa yekemîn bi dawî bûye jî, qonaxa duyemîn nehatiye destpêkirin. Ji ber çi? Ji ber ku hikûmeta AKP'ê sozên di vî warî de daye, bicih neanîne. Yanî bi berpirsyariyên xwe ranabe. Rast pêvajo îro bi temamî bi dawî nebûye, lê belê bi awayekî yekalî ji aliyê Rêber Apo û tevgera me ve tê rêvebirin.
AKP gav navêje
Karayilan diyarkir ku ev pêvajo bi awayekî yekalî heta dawiyê nameşe û got: "Divê gav bêne avêtin, pêwîste vê pêvajoyê qanûnî bikin. Yanî ji bo destpêkirina muzakereyan çarçoveyeke qanûnî divê. Wekî din pêwîste aliyên bi hev re muzakere bikin, divê wekhev bin.
Divê ev bê afirandin. Hewceye şert û mercên Rêber Apo bên guhertin. Wekî din em dixwazin di van hevdîtinan de hêzeke sêyemîn a bê alî amade be. Ji bo were tespîtkirin ka kî xwedî li gotina xwe derdikeve, kî dernakeve, hêzeke bi vî rengî ya bê alî divê hebe."
Karayilan derbarê gavên ku divê bêne avêtin de jî ev xal destnîşan kirin: "Heta "Qanûna li dijî Terorê" di meriyetê de be wê çareserî nebe. Ji ber ku ev qanûn qanûneke dijberiya Kurd e. Divê ev qanûn bê rakirin. Eger AKP'ê gavên wiha avêtibûya, meyê niha qonaxa duyemîn yanî pêvajoya normalbûnê nîqaş bikira. Lê belê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê li gel hemû hewldanên Rêbertiya me û tevgera me ti gav neavêt. Berevajî, hewl da jê feyde bigire. Xwest bi hesabê hilbijartinê pêvajoyê ji bo xwe bikar bîne. Bi zeximkrina qereqolan û çêkirina riyên leşkerî re amadekarî kir. Ev tê wateya binpêkirina agirbestê. Me berpirsyariyên xwe bicih anîn, lê belê ji niha û pê ve divê dewlet gavan biavêje."
Gel azadiya Ocalan dixwaze
Karayilan der barê mijara çekdanîna gerîla de jî wiha got: "Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, dê gerîla jî dest ji çekê bernede. Heta ku Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî azad nebin, gerîla ti carî çekê danayne. Yekane riya çekdanîna gerîla, kombûna kongreyeke gerîla ya mezin a bi beşdariya Rêber Apo û wergirtina biryara çekdanînê li vê kongreyê ye. Ji bilî vê rêyeke din nîne. Rast e gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi fermanên Rêber Apo ve dilsoz in. Lê belê eger Rêber Apo di zîndanê de be û di vê rewşê de fermana çekdanînê bide jî, gerîla vê fermanê bicih nayne. Ev biryara gerîla ye. Hemû fermanên Rêber Apo bicih tên anîn, lê belê fermanek heye ew jî dema Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad be, hingî dikare pêk were: Ew jî çekdanîna gerîla ye. Divê her kes vê rastiyê zanibe."
Em ji berê bi hêztir bûn
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan bang li gel kir û wiha got: "Bila gelê me vê baş zanibe, em ne poşmanin ku me par ev pêvajo dan destpêkirin. Perspektîfa Rêber Apo pêşkêş kiribû rast bû. Em deklarasyona dîrokî ya di Newrozê de hat îlankirin rast dibînin û pê re dilsoz in.
Di vê pêvajoyê de weke gel û tevgerê gelek destketiyên me çê bûn. Beriya her tiştî di serî de gelê me her kesî dît ku em dixwazin pirsgirêkê bi rêya diyalog û siyasetê çareser bikin. Em ne alîgirên şer alîgirên aştiyê ne. Lê belê em bi şeref û rûmeta xwe re dilsoz in. Ji bo şeref û rûmeta xwe pêwîst be emê şer bikin. Ev biryardariyeke û îro ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn. Yanî rewabûna tevgera me zêde bûye; Destê Rêberê me xurt bûye. Gelê me yê Bakur ji vê pêvajoyê sûd wergirt. Gelê me yê Rojava jî ji vê pêvajoyê sûd wergirt."
Rojava ji bo me mînak e
Karayilan diyar kir ku sîstema li Rojava ava bûye ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê sîstemeke mîankdar e û got, "Parçeyek ji mûxalefeta Sûriyeyê Heyet El Tensîq biryar daye ku li her devera Sûriyeyê bi sîstema kanton re çareserî dikare pêk were. Ji ber ku çareseriya herî maqûl ev e. Peymanên Civakî yên van kantonan pejirandine jî, ji bo Rojhilata Navîn tê wateya formeleke nû.
Naveroka wê neteweya demokratîk e. Yanî jiyana bi hev re ya hemû çandan li derveyî dewletê ye. Ev model dikare ji bo Sûriyeyê bibe perspektîfa çareseriyê. Wekî din ji bo tevahiya Kurdistanê mînak e. Mînak, ji bo Bakurê Kurdistanê mînakek zelal e."
ANF/BRUKSEL