"Em dixwazin rojeva me bibe heps, rewşa zindanan. Em kampanyayê bikin rojeva xwe, rojeva siyaseta li Tirkiyeyê. Piştî ku kampanyayê dest pê kir, em îro dinihêrin, bi hunermend, nivîskar û siyasetvanan dikeve rojevê, ket rojeva gel, îro di rojevê de ye. Ji ber vê rojev niha nerazîbûn û dengderxistina li dijî bêedaletiya hikûmet dixwaze bike ye."
LUQMAN GULDİVÊ
Beriya sê rojan bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Malbatên Girtiyan Med-TUHAD FED’ê û beşdariya gelek rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, odeyên pîşeyî, kampanyayekê dest pê kir, û ev kampanya dixwaze qanûn cihêkariyê nexin navbera girtiyên siyasî û edlî, heman miameleyê bi hemû girtiyan re bike. Li ser kampanyayê em bi Hevserokê Med-TUHAD-FED’ê Mehmet Temizyuz re peyivîn. Temîzyuz got, ew yeqîn dike ku bi kampanyayê ew ê karibin milyonek îmze berhev bikin û tesîrê li hikûmetê bikin. Wî da zanîn ku ji niha ve 65 sazî, partiyên siyasî kampanyayê bi rê ve dibin û nerazîbûna xwe dayî der kiriye ku hikûmet beriya pêşnûmaqanûna li ser sererastkirina qanûna înfazê ya ceza de bi partiyên muxalefetê bişêwire. Temizyuz bi bîr xist ku li hepsan ti tevdîr nehatine girtin, heta rayedar vîrusa korona ji bo girankirina tecrîdê jî bi kar tînin. Wî bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê jî kir da ku metna kampanyayê îmze bikin û bi rêya medya civakî bi vîdeoyan dengê xwe derxin.
Piştî derketina holê ya şewba vîrusa koronayê, rewş niha li hepsan çi ye?
Rewşa hepsan di rojeva Tirkiye û Cihanê de ye. Ev zêdetirî 20 rojan e ku hat eşkerekirin vîrusa Korona li Tirkiyeyê jî heye. Wezareta Dadê (ya Tirk) li gorî xwe dibêje me hin tevdîr stendine, ev jî çin e? Neçûna malbatan, rawestandina hevdîtinên bi parêzeran re. Li gelek hepsan rewş weke berê dewam dike. Lê rewşa wan her diçe xirab dibe. Çawa xirabtir dibe? Mesele cihê xwarinçêkirinê, tiştên ji bo paqijiyê, ji bo dezenfektekirinê, lepik, maskeyan nadin. Girtî di hucreyan de tên girtin. Ev demeke dirêj e, wan tenê saetekê derdixin bêhndayînê. Ji ber wê jî di serî de hîjyena li hepsan, ti tevdîra ji ber koronayê hatî girtin nîne. Ji ber vê jî rewşa berê xirabtir bûye. Niha nexasim tecrîd dijwartir, girantir bûye. Daxuyaniya wezareta dadê (ya Tirk) ya ji bo tevdîran, li hepsan nayê pêkanîn.
Li aliyê din, tevdrîra dernexistina derve, niha ji hezarî zêdetir girtiyên nexweş hene. Divê ev bên dermankirin. Divê biçin nexweşxaneyan, lê ji bo vê tevdîr nayên girtin.
Wekî din test nayên kirin. Mesela, li Hepsa Jinan a Tarsûsê girtiyan doza testa vîrusa koronayê kiribû (hevşaredara Şemrêxê nalan Ozaydin li wir ragirtîbû û bi vîrusê ketibû), lê bijîşk gotiye, test ji me re nehatine, ji xwe, ew kesa bi vîrusê ketî, di rê de gava ew dişandin Mêrdînê, bi vîrusê ketiye. Yanî aniha ti tevdîr nehatiye girtin.
Hûn ê li dijî vê rewşê çi bikin, niha kampanyayek bi rê ve diçe, hûn bi vê dixwazin çi bikin?
Ji ber van şertûmercan de daxwaza me weke malbatên girtiyan, wek rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, me bi hev re kampanyayek da destpêkirin. Me got, heger ji ber şewba vîrusa koronayê tevdîr tên stendin, di çarçoveya van tevdîran de jî wê hin sererastkirinên qanûnan, xasma ya înfazê tê kirin, hingê ji ber ku dewlet ji siheta girtiyan berpirsiyar e, divê vê berpirsiyariya xwe pêk bîne. Gava vê dike jî ti cudakeriyê di nava girtiyan de neke. Lê mixabin heta niha, ya ku em ji helwêsta heta niha ya hikûmetê dibînin, ew e ku dixwaze vê vîrussa heyî ji xwe re bike firsendek. Tiştên ku di dilê wan de bûn, ji ber nerazîbûna civakê pêk nedianîn, niha weke ku dixwazin bi tecrîdkirina girtiyan, vê pêk bînin. Di warê sererastkirina qanûnî de, ti gava hikûmet di warê berdanê de ji hêla insanî, exlaqî û sihetê ve bavêje, halê hazir nîne.
We weke armanc milyonek îmze daniye ber xwe, gelo hûn ê karibin xwe bigihînin ev qas insanan?
Vê kampanyayê di pêşengiya federasyona me de, bi pêşengiya malbatên girtiyan dest pê kir. Di navê de saziyên sivîl, Tevgera Jinê, Odeyên Kedê, partiyên siyasî, saziyên tenduristiyê, jî bi gellek aliyan re minaqeşeyên me çêbûn, daxwazên me çêbûn. Ev niha bû roja sisiyan ku me kampanya da destpêkirin. Daxwzeke xurt heye. Me bi 39 saziyên destpêkê yên mohra wan li bin metnê dest bi kampanyayê kir, aniha ev hejmar bû 65. Ew jî wê kampanyayê bi rê ve bibin. Armanca me milyonek îmze ye û em yeqîn dikin em ê bigihîjin vê hejmarê.
Hûn dihizirin ku ev kampanya tesîrê li qanûnçekeran û hikûmeta Tirk bike?
Em dixwazin rojeva me bibe heps, rewşa zindanan. Em kampanyayê bikin rojeva xwe, rojeva siyaseta li Tirkiyeyê. Piştî ku kampanyayê dest pê kir, em îro dinihêrin, bi hunermend, nivîskar û siyasetvanan dikeve rojevê, ket rojeva gel, îro di rojevê de ye. Ji ber vê rojev niha nerazîbûn û dengderxistina li dijî bêedaletiya hikûmet dixwaze bike ye. Ewil hikûmetê digot, em ê pêşnûma qanûnê (ya li ser sererastkirina înfaza ceza) hema welê derbasî meclîsê bikin, bêyî ku bi muxalefetê bişêwirin. Ji ber xwedîderketinê û betalbûna bêdengiyê, wan gav bi şûn ve avêt. Niha li gorî daxuyaniyan, hikûmet wê vê pêşnûmaqanûnê bibe komîsyonan û bi muxalefetê bişêwire. Yanî piştî ku nerazîbûn çêbûn û xelkê dengê xwe derxist, hikûmetê helwêsta destpêkê guherî. Armanca me bi milyonek îmze, bi nerazîbûnan em bikin ku hikûmet heger wê sererastkirina qanûnê bike, herkesî weke hev bibîne û qanûnê wiha derêxe.
Rojnameya me weşanê li Ewrûpa dike; xwînerên me dikarin çi bikin?
Ez dixwazim bangekê bikim li Kurdistaniyên li Ewrûpayê; xwedî li kampanyaya me derkevin. Ji her welatî tevlî kampanyayê bibin. Îmze bikin, bi vîdeoyan desteka xwe diyar bikin.
Hûn dikarin xwe bi vê lînkê bigihînin Kampanyaya Îmzeyan a bi pêşengiya Med-TUHAD FED'ê: https://www.change.org/p/cumhurbaşkaniliğina-adalet-bakanliğina-tbmm-insan-haklari-komisyonu-bm-insan-haklari-komisyonu-infazda-eşitlik-istiyoruz-herkes-için-eşit-adalet?recruiter=1067466824