
Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şervîn Mazlûm têkildarî mijarên di rojevê de, xebatên xwe yên çêkirina eniyeke hevpar a rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê, zextên rejîma Îranê yên ser Rojhilatê Kurdistanê, şer û pevçûnên li Kurdistanê û herêmê birêve diçe de pirsên Rojnewsê bersivandin.
Armanca we ya ji sazkirina mûxalefeteke hevpar a Rojhilatê Kurdistanê çiye?
Ne cara yekê ye ku em serdana rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê dikin. Em di qonaxeke wisadene ku ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi hevgirtin û ji hev fêmkirinê heye. Ji ber komara Îslamî ya Îranê siyaseta înkarê li ser gelê Kurd bi rêve dibe. PJAK, her timî ji bo guhertinên siyasî yên li Îranê de amadeye û amadebûna xwe jî îfade kiriye. Di çarçoveya bername û rêziknameya xwe ya di kongreya 5. de me ji derveyî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) serdana hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir. PDK-Î amade nebûn ku di asta serokê partî yan jî alîkarê serokê partî de me pêşwazî bikin. Lê, şandeya me jî ji hevserokê PJAK, endamên meclîsê pêk dihat. Bêgûman pêwîstbû ku şandeya me di asta serokê partî yanjî alîkarê serokê partî de were pêşwazî kirin û hevdîtinek pêk were.
Encamên serdan û guftugoyên we çawa bû?
Dengvedaneke baş di asta Îran û Rojhilatê Kurdistanê de kir. Bû hêzeke mezin ji bo gelê rojhilatê Kurdistanê. Ji ber êdî gelê Kurd ji şerê bihevre û birakûjiyê, şerê ragihandinê bêzar bûye. Pêwîstiya gelê Kurd di vê qonaxê de bi enî û mûxalefeteke hevpar a hêzên Rojhilatê Kurdistanê heye. Ya girîng ewe ku ev hevdîtin û guftûgoyên têne kirin tenê di warê axaftin de nemîne. Pêngavên pratîkî pêwîste, ji bo ev hevdîtin û guftûgo encam bigirin. Ji ber vê jî em weke PJAK ji bo gavên pratîkî amadene.
Wê çaxê çima gavên pratîkî nayên avêtin?
Ev pirsgirêkane zêdetir jêdera xwe ji partiyên din yên Rojhilatê Kurdistanê digire. Pirsgirêka bingehîn ewe ku heya niha partiyên Rojhilat nebûne xwedî îrade û nasnameyeke serbixwe. Heya niha tenê me pêşniyar û amadebûna xwe ya ji bo çend daxuyaniyekî hevpar a têkildarî pirsgirêkên giştî yên civaka Rojhilatê Kurdistanê kiriye. Weke nimûne, di mijara rewşa kolberan, zîndaniyên siyasî, darvekirinan û gelek mijarên din de. Ji bo vê jî me pêwîstî dît ku li dewsa ku her partiyek daxuyaniyek cuda bide daxuyaniyeke hevpar bidin wê hîn bi bandortir be. Ji ber di encam de ev pirsgirêkane ne tenê ya partiyekêye hemû partiyan eleqeder dike. Çima di nava partiyan de dû dilî û nerehetî heye. Her partiyek behsa siyasetek û îdeolojiyeke serbixwe dike. Lê, di aliyê pratîkî de nikarin pêngav bi avajêjin. Weke nimûne di mijara gulebarandin û kuştina kolberan de em amadene ku daxuyaniyeke hevpar bidin. Lê, partiyên din ji vêya re amade nebûn û dibêjin, em nikarin daxuyaniyên hevpar li gel PJAK’ê bidin, ji ber pirsgirêk ji bo me çêdibe. Weke PJAK ti pirsgirêkek me nîne. Ji ber em ne dibin zexta ti aliyekî din de nînin. Her wisa em partiyekî siyasî û îdeolojîk a serbixwene û dikarin bi dil rehetî jî gav biavêjin.
We çima çalakiyên eskerî dane sekinandin?
PJAK heya sala 2014’an de jî xwedî sîstemekî siyasî û îdeolojîk a Rojhilatê Kurdistanê bû. Lê, êdî sîstema Civaka Azad û demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li Rojhilatê Kurdistanê damezriya. Êdî PJAK, partiyekî siyasî û îdeolojîk a di nava sîstema KODAR’ê de ye. Her wisa hêzen parastina KODAR’ê ya weke Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) damezriya. Berê jî baskê eskerî yê PJAK’ê HRK hebû. Li hember hemû êrîşên li ser gelê Kurd û PJAK’ê pêk were, YRK weke hêza parastina Rojhilatê Kurdistanê ye. Piştî berxwedana Qendîlê ya 2011’an Îran bi rêya partî û kesayetên Başûr daxwaza agirbestê ji PJAK’ê kirin. PJAK jî bi şerta rawestandina darvekirin û girtinên siyasî bidin sekinandin vê şertê qebûl kirin. Lê, Îran girêdayî vê agirbestê nema.
PJAK amadeye guftûgo li gel Îranê bike?
Em ji bo guftûgoyeke li gel Îranê ya bi rêya diyalogê amade ne. Lê, eger Îran nêzî rêbaza diyalogê nebe û ev encam negire, wê demê dê hêzên YRK’ê weke hêza parastina civaka Rojhilatê Kurdistanê li dijî hemû êrîşên bisekine û berpirsyariyên xwe rabe.
Li gorî we wê guhertinên li Rojhilata Navîn Îranê jî bigire nava xwe û bandorê lê bike?
Bêgûman Îran jî weke beşeke Rojhilata Navîn e. Hem weke sîstem û hem jî weke erdknîgarî û dewlet jî wisaye. Ji ber vê her guhertineke li herêmê rû bide bê şik wê bandora xwe li ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê hebe. Çarenûsa gelê Kurd jî bi hevdûve girêdayiye û her guhertinekî li parçeyeke din yê Kurdistanê, pêngavên şoreşê (rojava) bandora xwe li ser Îranê jî çêdike. Her wisa pêşketinên li Bakur û Başûr jî bandoreke xwe ya zêde li ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê hebûye. Ji ber vê jî Îran amadekariyên xwe dike. Weke nimûne berê niha jî hêzekî parastinê li ser sînorên Îranê hebû. Lê, Îran niha ew hêzên xwe yên ser sînor guhert û hêzên Sipay Pasdaran bi cîh kir. Her wisa Îran hêzên Heşdî Şebî li Iraqê damezrand. Heta ji destê wê tê hewl dide ji dervede bersiva êrîşên li dijî xwe bide û van hêzên ava dike jî weke beşek ji parastina komara îslamî ya Îranê karîger dike. Her wiha bangeşeya damezradina Heşdî Kurdî li herêmên weke Kerkuk, Kelar û Xaneqînê jî rojevêde ye. Bi vî awayî van hêzane dixin bin kontrola Îranê de û her wisa şerê xwe yê navxweyî jî derdixe derveyî sînorên xwe û vî şerî li wir dide meşandin.
Têkildarî rewşa kolberan û zêdebûna darvekirinên li Îranê de, helwesta PJAK’ê çiye?
Me her timî helwesta xwe ya siyasî ya li dijî zextên Îranê yên ser kolberan û zêdebûna darvekirinan raber kiriye. Li hember ew hemû zextên komara Îslamî ya Îranê bêdeng namînin. Yê xelk neçarê karê kolberiyê dike, dewleta Îranê bixweye. Ji ber ku xelk birsiye û ji bo bijî, ji neçariyê serî li van karan didin. Girînge ku helwesta gel zêdetir dijwartir be li beramber ev zextên dewletê ya ser gel. Ji ber ku sîstem bi hêza gel a û nerazîbûnên li dijî sîstemê tê guhertin.
Weke encam, peyam û bangawaziya we ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê çiye?
Peyama me bi taybet ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê û gelê Kurd eve ku em di qonaxeke zehf nazik û hestyar re derbas dibin. Hem êrîşên li Şengalê, hem şerê kurdkujî, hem jî di heman demê de êrîşên dewleta Tirk bi ser gelê me li Bakurê Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê heye. Em weke gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê pêwîste hemû cihî bikin cihê çalakî, helwest girtin û xwe rêxistinkirin û amadekirina ji bo şoreşê. Pêwîste 4 Nîsanê bikin roja bersiv ji bo hemû zext û êrîşên li ser gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê birêve di.e. Her erkeke bikeve ser milê me weke PJAK em amadene pêk bînin û bi berpirsyariyên xwe rabin.”
Êrîşkar ne Kurd in, çete ne
Têkildarî aloziyên li Şengalê rû didin de, hun weke PJAK çi difikirin?
Ew hêza êrîş kir ser Xanesorê ne hêzekî Kurdî ye, dikare bêgotin ku çetene. Êdî baweriya xelkê Şengalê bi hêzên derve nemaye. Li ser vê esasê jî hezên xwe (YBŞ) damezrand. Ewên ku li Xanesorê êrişê YBŞ û HPG’ê kirin, ti pêwendiyeke xwe bi pêşmergere nîne. Ew êrîşên li Minbicê û herêmên parastina medyayê û Şengalê birêve diçin, di çarçoveya pîlaneke dewleta Tirk de birêve diçe. Dixwaze van pîlanane bi destê hêzên bi navê Kurd pêk bîne. Ji ber vê girînge ku gelê Kurd li hember ev pîlanane hişyarbin û xwedî helwestekî radîkal bin û rê nedin ev pîlanane biçin serî.”
MIHEMED HESEN / ŞEMAL HESEN / ROJNEWS