Rênas Mîran ê ku ji başûrê Kurdistanê ji bajarê Hewlêrê ye di warê muzîka Kurdî de xwedî xebat û afirîneriyeke mezin e. Jiyana wî ya li Hamburga Almanyayê bi temamî di nava xebatên muzîkê de derbas dibe. Bi taybetî jî bi projeya xwe ya bi navê Kurdish House Project tê naskirin.

Bi vê projeyê bi gelek hunermendên Kurd yên wekî Hesen Şerîf, Hozan Dîno, Ciwan Haco, Koma Mizgîn, Rojan Delyar, Hejar Temo, Şener Yildiz, Jiyan, Demhat, Destan Dogan, Yilmaz Çelik, Gulê û Xalo re jî  di tomarkirina dengan de xebat kiriye.

Li gorî nûçeya di Hawarnetê de hatiye weşandin muzîkjenê Kurd Rênas Mîran xebatên xwe yên di warê muzîkê de bi rêya Kurdish House Projectê pêş dixe. Mîran di medyaya sosyal de jî gelek aktîf e, bi vîdeoyên ciyawaz bi taybetî bala guhdarvanan dikşîne û niha ji li ser albûma xwe ya duyem ya Kurdish House Project û Dengbêj Project dixebite. 

Mîran li hemberî pirsa çima House Music? Fikra Kurdish House Music Projectê çawa çêbû, bi çi armancê hûn ketin nava vî karî û hêviyên we çiqas hatin cih wiha got: “Bi rastî dema ku ciwanên me li derveyî welat mezin dibin, bi çand û jiyaneke xerîb mezin dibin. Dibin guhdarvanên muzîka MTV, VIVA. Gelek ji wan muzîka xwe ya bav û kalên xwe ji bîr dikin. Piştî çend mehên lêkolînê me biryar da ku ji bo ciwanên me rengekî house muzîka Kurdî pêwîst e.” 


Şêweyeke balkêş

Mîran destnîşan dike ku Rêngê House Music li Ewropa û Amerîkayê gelek tê hezkirin û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Ji ber vê yekê, me bêrî çend salan konsepta Kurdish House Project nivîsî û bi alîkariya birêz Agirî Soran, ku berpirsyarê KurdFM û Hêvî Group ye me projeyên xwe hêdî hêdî anîn ser şaşe. Em dixwazin bêjin ku em jî dikarin muzîka xwe bikin muzîka cîhanî, ji ber ku muzîka Kurdî gelek dewlemende û bi vê projeyê em dê dewlemendtir bikin. Strana yekem me çêkir ligel hunermendê Kurd ku bi dimilî distire Yilmaz Çelîk bû. Strana wî “Weyve” gelek hat hezkirin û ecibandin. Piştî vê stranê me ligel gelek stranbêjan projeya xwe fireh kir û heta niha me 22 stranên Kurdish House Project çêkirine. Hunermendên ku alîkar bûne: Hesen Şerîf, Ciwan Haco, Koma Mizgîn, Hozan Dîno û gelekên dîn.”


Şîrovekirina dengbêjiyê 

Mîran bi lêv dike ku bi rêya vê projeyê stranên dengbêjiyê jî bi rengekî nû çêkirine ku heta niha jî ew stran jî hatine ecibandin û di vê mijarê de jî wiha dibêje: “Jixwe ez heyrana stranên dengbêjiyê me, min berî çend heyvan kurte belge û muzîkfîlmek li ser stranên dengbêjiyê çêkir. Me di kesayet û hunera hunermendê hêja Delîl Dîlanar de beşa yekem ya vê projêyê pêk anî û bi dawî bû. Di vê projeya yekem de an jî beşa yekem ya projeya dengbêjiyê de me jiyana Delîl Dîlanar, zaroktiya wî, dengbêjiya Serhedê û hunera dengbêjiyê bi kurtayî girte şaşeya sînemayê. Ev belgefîlm heta niha me bes şandiye Festîvala Fîlmên Cîhanî ya Duhokê. Em dixwazin ji hemû festîvalên fîlmên Kurdî re bişînin. Ev proje bi navê ‘Dengbêj Project, short Documentation and Musicalfilm’ tê naskirin.”


Rewşa muzîka Kurdî 

Rênas Mîran tîne ziman ku rewşa muzîka Kurdî bi giştî baş e û der barê vê mijarê de jî wiha diaxive: “Ji derveyî Kurdistanê hunermend hene bi elêmentên modern û nûjen berhemên xwe çêdikin. Ji vî alî ve pêşketinek baş heye. Li Kurdistanê pêwîste hunermend zêdetir xwe bidin aliyê dengbêjên berê, da ku neyên ji bîrkirin. Bila nûjenî hebe, bes nûjenek çawa, ne em biçin wek stranên û muzîkên tirkan anjî ereban çêbikin. Ev ne pêşketin e û ne nûjenî ye, gerek mirov “rihê” Kurdî ji bîr neke û girîngî bide vî rihî, di nav stranan de. Ji bo herçar perçeyên Kurdistanê jî ton maîster û ton teknîkên baş pêwîstin, ji vê aliye de hinek kêmasî hene. Ez hêvîdarim wê ew jî hêdî hêdî were derbaskirin.”


Projeyên Mîran

Rênas Mîran dibêje ku piştî albuma vê projeyê ya yekem ku hema bêje berî salekê derket niha li ser albuma duyemîn dixebitin û di vê der barê de van agahiyan dide: “Di albuma duyem de, ez dixwazim zaraweyên soranî, dimilî û hewremanî bêhtir bînim pêş. Ji ber ku albûma yekem pirtir bi kurmancî bû. Wekê din ez dixwazim ji bo paşerojê belge û muzîkfîlma dirêj ya Dengbêj Project çêbikim. Ev proje bi rastî hinekî tevliheve, ji ber ku em dê di nava çend welatan de bikşînin. Em ê li Rûsyayê dest pê bikin û li gundên Kurdan berdewam bikin. Li Azerbaycan, Ermenistan, Israîl û her çar perçeyên Kurdistanê . Ji bo vê projeyê em niha li sponsora digerin.  Ez dixwazim vê projeyê bi taybetî jî ji bo rêz û hurmetgirtina dengbêjên me çêbikim. Diyar e ku emê salekê li ser vê projeyê kar bikin.”


AMED