Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnameya Hawlatî re axivî û qala statuya Şengalê kir: “Em dixwazin Şengal xweser be. Hem ji Iraqê hem jî ji Kurdistana Federe xweser be. Piştî bûyerên qewimîn, mafê Êzidiyan e ku daxwaza xweseriyê bikin. Eger Iraq û PDK li dijî vê derkevin wê neheq bin. Wê nêzîkatiyeke bi wijdan û bi edalet nebe. Eger Êzidxan xweser bûya, xwedî xweparastinê bûya DAÎŞ nekarîbû biketibûya nava Şengalê. Eger komeke biçûk a gerîla karî DAÎŞ‘ê rawestîne, hingî ciwanên Êzidî û hêzên wan ên xweparastinê wê hîn bi xurtî li dijî wan rawestiya. Eger rêveberiya xweser a Şengalê hebûya wê biryara berxwedanê dabûya û li ber xwe dabûya. Ev rastî hemû ferz dikin ku divê Êzidxan xweser be. Ji xwe bawerî û çandeke cuda ye, lewma mafê xwe ye bi vî rengî be. Ferman û neheqiyên di nava dîrokê de li wan hate kirin jî pêwîstiya xweseriyê nîşan didin. Eger Iraq û PDK bixwaze rewş mîna beriya 3’ê Tebaxa 2014’an be ev ê neyê qebûlkirin. Têgihiştina ‘Ez li her cihî serdest bim’ ne rast e. Jixwe ne tenê li Şengalê û Êzidxanê, li her devera Iraq û Kurdistana Federe divê demokrasiya xwecihî hebe; divê herêm, bajar, civak û bawerî karibin xwe bi rê ve bibin. Divê partiyên siyasî hemû, partiyên Kurd piştgiriya vê daxwaza Êzidiyan bikin. Di serî de berpirsyariyeke siyasî, wijdanî û exlaqî ya PDK’ê ya bi vî rengî heye.

Gelê Şengalê xweseriyê dixwaze. Naxwaze hêzekî siyasî yan jî hikumeta navendî wan bi rê ve bibe. Em jî vê dixwazin. Gotina, ‘Bila dest ji Şengalê berdin’ tê wateya dest ji vê daxwazê berdin. Em vê rast nabînin. Ya esasî, exlaqî, wijdanî, demokratîk û rast ew e ku Iraq û PDK dest ji van zextan berdin.”

 

 ANF/BEHDÎNAN