Divê Şengalê xweser be
KCDK-E’yê êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 3’yê Tebaxa 2014’an ên li dijî Şengalê, bi rengê ‘jenosîda mirovahiyê’ bi nav kir û xwest statûya xweser a Êzîdiyan were naskirin.
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) di salvegera 4’an a êrişên qirrkirinê de daxuyaniyek da.
Dîwana Hevserokatiyê got, “Çeteyên hov ên DAIŞ’ê ku dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdoganê dîktator û hêzên paşverû yên herêmê mezin kirin û geş kirin, 3’yê Tebaxa 2014’an êriş bir ser Şengalê û jenosîd kirin.
Ev jenosîda li ser Kurdên Êzîdî hatî kirin, bi rengê şerma herî mezin a sedsala 21’ê tevlî nav dîrokê bû. Ev trajediya li Şengalê li ber çavên hemû cihanê çêbû, rêveberiya PDK’ê jî çavê xwe girt û zemîna êrişê ya çeteyên DAIŞ’ê wiha hate avakirin.”
Tehlûke bi dawî nebûye
KCDK-E’yê Êzîdiyên ku dema qirrkirinê hatin revandin, kuştin û li bazara koleyan hatin firotin bi bîr xist û got, li dijî qirkirinê hêzên HPG’ê, YJA STAR, YPG û YPJ’ê fedakariyeke mezin kir, berevanî li gelê Êzîdî kir, û jiyana bi hezaran Kurdên Êzîdî rizgar kir.
KCKD-E’yê îşaret bi dewama tehlûkeya li ser Şengalê kir û got, “Mêtingeriya Tirk êrişên xwe yên ku ne kêmî yên DAIŞ’ê ne, dewam dike. Dîktator Erdogan li ser zemînê dagirkirina Başûrê Kurdistanê tişta ku DAIŞ’ê pêk neanîn dixwaze pêk bîne.”
KCDK-E´yê ji ber vê sedemê xwest di serî de Neteweyên Yekbûyî, hemû mirovahî vê jenosîdê nas bike û helwêsta hewce nîşan bide: “Divê statûya Şengalê ku yek ji cihên pîroz ên Êzîdiyan e, were naskirin. Divê parastina gewherî û vîna xwerêveberiyê ya ku gelê Şengalê, ya ji bo parastina xwe ava kiriye, were naskirin.”
KCDK-E´yî bang li Kurdistaniyan kir ku zêdetir li Şengalê xwedî derkevin û çalakiyên xwe xurttir bikin: “Peywira rûmetê ye ji bo hemû Kurdan ku li xwerêveberiya Şengalê xwedî derkevin.” Bi vê boneyê, KCDK-E´yê banga beşdariya çalakiyên bi rasthatina 3´yê Tebaxê yên li seranserê dinyayê jî kir. NAVENDA NÛÇEYAN