
Nêçirvan Barzanî dibêje 'bila gerîla ji Şengalê' derkeve. Piştre em ji Iraqê û ji yên din jî daxuyaniyên bi heman rengî dibihîzin. Yên dibêjin, bila gerîla derkevin, gelo ji bo Şengalê, ji bo Êzîdxanê pêşniyazên xwe, projeyeke xwe hene? Ji bo Ezîdî careke din neyên qirkirin, Şengaleke çawa dixwazin? Berî ku di vê mijarê de tiştekî bibêjin, radibe ji gerîlayên ku hejmara wan a li wir kêm e, dibêjin 'derkeve'. Ev yek tê wê wateyê ku siberoja Êzîdiyan nediyar û neewle dikin. Gelo mafê kesî heye ku vê yekê li Êzîdiyan bike? Bêguman nîne.
Rewşa Şengalê naşibe rewşa ti cihî. Nabe ku mirov li gorî rewşa cihekên din, li rewşa Şengalê temaşe bike. Ne tenê PDK, cîhan jî nikare mîna gelekî ji rêzê li Êzîdiyan binêre. Êzîdîtî yek ji baweriyên herî kevn ê cîhanê ye, lewma divê bê ewlekirin. Êdî rewşa beriya 3'ê Tebaxa 2014’an nabe ji aliyê însaniyetê ve were qebûlkirin. Her kesê xwedî maf, edalet û wijdan, divê bixwaze ku statuyeke siberoja Êzîdiyan garantî dike, bê avakirin. Divê Êzidî êdî ji siberoja xwe piştrast bin. Ev yek bi diyarkirina çarenûsa xwe dibe. Divê Şengal, Êzîdxan ji aliyê Êzîdiyan ve bê birêvebirin. Divê Meclîsa Şengalê wê bi rê ve bibe. Lazim e, biryarên li ser Şengalê ji aliyê Meclîsa Êzîdiyan ve werin dayîn. Piştre dikarin bi wir ve yan jî bi vir ve girêdayî bin. Mîna PDK’ê, nabêje bila dewleta me hebe; tenê dibêjin bila xweseriya me hebe. Ji bo gelekî ku xwedî baweriyeke herî kevn a cîhanê ye, xwedî rewşeke xweser e û 74 caran ferman lê rabûye, gelo ev nebe mafê wan wê bibe mafê kê?
Bila Meclîs serxwebûnê ragihîne
PDK dewletê dixwaze, lê xwerêveberiya Êzîdiyan di çavê wan de radibe. Gelo bêwijdaniyeke bi vî rengî dibe? Em bihêlin bila Êzîdî xwe bi xwe birêve bibin, piştre bila bê nîqaşkirin, ka bi ku ve girêdayî bin. Eger Êzîdî dibêjin em ê nebin dewlet, wê çaxê ev tirs û fikar ji ber çi ye?
Başûr niha ne dewlet e. Dibe ku di rewşa heyî de li gelemperiya cîhanê, welatê bi qasî dewleteke serbixwe tevdigere, Başûrê Kurdistanê be. Eger bibe dewlet, wê yek ji deh parên serxwebûna roja îro di destê wê de nebe. Ji PDK'ê we ye ku eger bibe dewlet wê ji îro bêhtir ser bi xwe û azad be. Niha bi kesî ve ne girêdayî ne. Bêguman welatên ku xwe pê ve girê daye hene; lê belê eger got 'ez bûm dewlet' wê bi deh qatan ji îro bêhtir cih lê teng bibe. PDK rêveberiyeke kêfî dijî, ku li ti devera cîhanê nîne. Dema bibe dewlet wê derfetên xwe yên îro nebin. Dibe ku qezenca xwe ya yekane ew be, rewşa xe ya otorîter a îro bêhtir otorîter bike. Jixwe, ji bo ku ser pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê bigire, PDK timî qala dewletê dike. Li şûna çareserkirina pirsgirêkan dema pirsgirêk giran dibe, bi gotina 'em ê dewletê ava bikin' ya hewl dide her kesî bêdeng bike, ya jî her kesî bi astengiya li pêşiya avabûna dewletê sûcdar dike.
Kes li pêşiya avakirina dewletê nebûye asteng. Meclîsa Başûrê Kurdistanê dikare bicive û biryareke bi vî rengî bide. Kesek tiştekî dijberê vê nabêje. Lê belê PDK gotina dewletê timî bi kar tîne û di vî warî de jî gavekê naavêje. Di vir de jî xuya ye armanceke wê ya cuda heye. Tişta ku em dixwazin balê bikişînin serê jî ev e.
Dewleta PDK´ê, dixwaze zordartir be; Êzîdî dixwazin xweseriyê, Şengalê demokratîktir bikin. Êzidî hemû vê dixwazin. PDK jî dibêje, nabe.
PDK di warê hevdîtinan de ne cidî ye
Rayedarên PKK'ê dan xuyakirin, di pêvajoyekê de ku hevdîtinên wan bi PDK'ê re dewam dikin, dayîna daxuyaniyeke bi vî rengî ji aliyê Nêçirvan Barzanî ve, hevdîtinan dixitimîne. Hem wê di mijara Şengalê de hevdîtinan bike, hem jî tiştekî bi vî rengî ferz bike! Xuya ye bi rengekî cidî nêzî hevdîtinan nabe. Li gorî tiştên me bihîstî, PKK'ê gotiye, bila meclîseke ku hemû Êzîdiyên ser bi PDK û YNK'ê tê de cih digirin, ava bibe û Êzîdî bêyî cihêkariyê, bi rengekî hevpar tevbigerin. Pêşniyazeke gelekî maqûl a çareseriyê pêşkêş kiriye. Wekî din pêşniyaz kiriye ku hêzên çekdar ên Êzîdiyan ên li Şengalê hevpar bibin. Ji ber ku li Şengalê gelek cemaetan yekîneyên xwe yên çekdarî ava kirine. PDK'ê jî çek daye hin Êzîdiyan. Her wiha YBŞ heye. Ev hemû bibin yek û bibin hêzeke Êzîdiyan. Ev pêşniyazên qebûlkirinê ne. Li şûna "derkeve-bimîne", çareserkirina pirsgirêkê bi lihevkirineke bi vî rengî ye. Tevî hebûna çareseriyeke bi vî rengî, ev daxuyanî û ferzkirin ji bo çi ye? Jixwe gerîla dibêjin, hebûna me ji bo xwerêveberî û xweparastina Êzîdiyan e.
Pêkanîna xwerêveberiya Êzîdiyan erkeke Kurdan e
Gerîla bi berpirsyariya xwe ya insanî û dîrokî li wir e. Ne tenê ya gerîla, berpirsyariya hemû Kurdan li pêşberî Êzîdiyan heye. Berpirsyariya pêşmergeyan hê zêdetir e. Divê bi pêkanîna xwerêveberî û xweparastina Êzîdiyan, vê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Eger PDK û pêşmerge vê qebûl nekin, wê li pêşberî dîrok, wijdan û edaletê berpirsyar bin.
PDK li şûna ku ji gerîla û PKK'ê re bibêje derkeve, divê pêşniyazê bike ku em ji bo Êzîdiyan siberojekê amade bikin, bikin ku ev civak bi xwe bawer be û nîşan bidin ku xwedî lê tê derketin. Naxwe, bêyî dîtina aliyê xweser ê Şengalê û Êzîdiyan, gotina 'Ev der Başûrê Kurdistanê ye, bila derkevin' wê nêzîkatiyeke gelekî teng be.
Êzîdî êdî bê xwerêveberî û bê xweparastin nabin. Jixwe Êzîdiyên vê yekê naxwazin, nabînin, hê sedema rabûna fermanê fêhm nekirine. Êzîdiyên vê nebînin, tê wê wateyê ku qîrîna şehîdên fermana 74'an nedîtine. Lazim e Êzîdî hê bi wêrekî bibêjin em xwerêveberiyê, xweparastinê yanî xweseriyê dixwazin. Pêwîst e, vê yekê ji cîhanê re ragihînin. Kurdên di bin bandora PDK'ê de, divê ew jî vê bibêjin. Êzîdiyên vê nebêjin, wê xiyanetê li civaka xwe bikin.
Ne diyar e bê DYE´yê gotiye bila gerîla ji wir derkeve yan dernekeve. Eger wan jî ev gotibe, hingî divê mirov ji wan re jî vê bibêje; beriya her tiştî, ji bo careke din ferman li Êzîdiyan ranebe, hûn çi dibêjin? Ev civaka ku xwedî nasnameyeke cuda û rewşeke xweser e, mafê xwe yê xwerêveberiyê nîne? Destekdayîna nêzîkatiyên hegemonîk navendîparêz ên PDK'ê tê wateya erêkirina rabûna fermaneke nû li serê Êzîdiyan. Bê xwerêveberî û xweparastinê, Êzîdî wê çawa ewle bin? Beriya ku bibêjin; bila gerîla ji wir derkeve, lazim e bersivê bidin van pirsan.
XIDIR ELÎ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL