Endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Sabrî Ok jî di salvegera 41´ê ya damezrandina PKK´ê de li ser şoreşa Rojava axivî û got:
“Şoreşa Rojava bêguman encama berxwedana PKK’ê ya bi giyanê fedayî û keda 20 salan a Rêber Apo ye. Paradîgmaya Rêber Apo û giyanê PKK’ê li Rojava pratîze bûye û bûye xwedî wate. Di sala 42’an a damezrandina PKK’ê de, teqez e ku ev şoreşa mezin ji bo gelê me û gelên Rojhilata Navîn hemûyan bibe sedema destkeftiyên dîrokî û mezin.
Lê pêvajoyên şoreşî bi girîngî û wateya xwe hemûyî didome. Hê tiştekî temambûyî nîne. Em wexta di çarçoveyeke dîrokî de li meseleyê binêrin em dibînin, nirxên mezin derketine holê û bi des ve hatine. Niha divê di serî de gelê Kurd, gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî, mirovahiya pêşverû ya li dijî mêtingerî û dagirkeriyê, gelên têkoşer, ciwan, jin û dostên şoreşê hemû, peywira pêşî ya li ber wan ew e ku ji bo parastina şoreşa Rojava ku ji bo gelên Rojhilata Navîn bi qasî şoreşa Cotmehê û ya Fransayê karîger û watedar e, ji bo mayindekirina wê, ji bo statûyeke temam jê re were bidestxistin divê berxwedan û têkoşînê geş bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN