Siyasetvanên Swêdî xwest ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. 53 Siyasetvanan bang li civaka navneteweyî kir da ku zextê li Konseya Ewrûpayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê CPT´yê jî bike, ku ew bi erka xwe rabin.  Siyasetvanên ji partiyên cuda yên Swêdê daxuyaniyeke hevpar da û xwest, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Siyasetvanan bi bîr xist ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve, destûr nayê dayîn ku parêzer Ocalan bibînin û got, greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdê bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, her diçe mezin dibe. Wan fikarên xwe jî ji ber siheta Guven û çalakgerên din ên di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorvger de îfade kir.  Wan ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo rakirina tecrîdê zextê li Konseya Ewrûpayê û CPT’yê bikin.

Siyasetvanan diyar kir ku ji ber nijadperestiyê, daxwazên çareseriya aştiyane hatine redkirin û Leyla Guven neçar maye dest bi greva birçîbûnê bike.

Parlamenterên ji gelek partiyan

Di nava wan de ev jî hene:  Ji partiya Çep parlamentera Ewrûpayê Malin Björk, ji Partiya Keskan parlamenterê Ewrûpayê Bodil Valero, parlamenterên Partiya Sosyal Demokrat Anders Österberg û Kadir Kasırga, parlamenterên Partiya Çep Daniel Riazat, Ilona Szatmari Waldau, Lorena Delgado Varas, Jens Holm, Ali Esbati, Birger Lahti, Momodue Malcolm Jallow, Amineh Kakabaveh, Håkan Svennelig û lîderê berê yê Partiya Çep Lars Ohly.

 

ANF / STOCKHOLM